Îro, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê hewldana terorkirina berpirsê baskê 22 yê Germiyanê yê PDKê de belav kir û dibêje: ‘’Hewla terorkirina berpirsê baskê 22 yê Germiyanê yê PDKê birêz Ekrem Salih şermezar dikim û pêwîste saziyên peywendîdar hewla aşkerakirina encamderên wî karê terorîstî bidin.’’
Serokê Hikûmetê diyar kir: ‘’Herkes û aliyek li pişt wê hewldana tirsonekane be, divê tehemûla berpirsyartiya encaman jî bike û dê rastî yasayan û rûbirûyê yasayê bibe.’’
Duh 15.07.2024ê li bajarê Kelar a navenda îdareya Germiyanê otomobîla berpirsê baskê 22 yê PDKê yê Germiyanê Ekrem Salih hat teqandin û ew bixwe û çar parêzvanên wî bi sivikî birîndar bûn. Piştre di civîneke çapemeniyê de Ekrem Salih amaje bi wê yekê kir ku teqandina otomobîla wî kiryarekî terorîstî bûye û eger çend çirkeyan jî di otomobîlê de dereng derketiban dê hemû jî şewitîban.