Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Sibatê pêşwazî li Berpirsê Nivîsgeha Konsulxaneya Japonê li Hewlêrê Mikihiro Arakawa kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdan kiribû.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya kar û xebatên Berpirsê Nivîsgeha Konsulxaneya Japonê ji bo bihêztirkirina peywendiyên dualî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Berpirsê Nivîsgeha Konsulxaneya Japonê li Hewlêrê pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û amadehiya welatê xwe jî ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.