Nêçîrvan Barzanî: Bila meha Remezanê ji bo aştî û tebayiyê bibe derfetek

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê peyamek belav kir.

11.03.2024, Pts - 06:23

Nêçîrvan Barzanî: Bila meha Remezanê ji bo aştî û tebayiyê bibe derfetek
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî, Remezan li hemû misilmanên Kurdistan, Îraq û cihanê pîroz kir û got:

“Ez hêvîdar im ku Remezan bi xwe re aramiyê bîne û ji bo me hemûyan bibe meha xêr û xweşî û dilrehetiyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku hemû alî ji peyamên Remezanê sûdê bibînin û ev meh ji bo tebayî, lebôrîn, xebata bihevre, aştî û niştimanê bibe derfetek.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Xwedayê mezin gelê me û welatê me biparêze û rojiya me qebûl bike.”

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku li Herêma Kurdistanê sibe rojî dest pê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 194 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:55:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x