Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê got, “Em hêvî dikin ku PKK peyama Birêz Ocalan qebûl bike.”
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) roja înê dest pê kir û duh bi dawî bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji beşdaran bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamegeriyê de pirsên li ser rojevê û serdana Heyeta Îmraliyê ya Başûrê Kurdistanê bersivandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got:
“Heyeta Îmraliyê peyama Birêz Abdullah Ocalan aniye Hewlêrê, em hêvî dikin ku peyama aştiyê be.
Em hêvî dikin ku PKK peyama Birêz Ocalan qebûl bike.”
Çend gotinên Nêçîrvan Barzanî yên di konferansa rojnamegeriyê de:
“YNK û PDK di nav gotûbêjeke cidî de ne da ku Kabîneya Dehem ava bikin û geşbîn in ku dê di demeke nêzîk de li hev bikin.
Tirkiye ji bo pêvajoya aştiyê hewleke zêde dide. Maye li ser peyama Birêz Abdullah Ocalan. Ev mesele bi tundiyê çareser nabe.
Em pêşbînî dikin ku şandeya DEM Partiyê peyama aştiyê bi xwe re anîbe û em hêvîdar in ku dê bangeke aştiyê ji aliyê birêz Ocalan ve were kirin û em dîsa hêvî dikin ku PKK jî helwesteke erênî nîşan bide û peyama Birêz Ocalan qebûl bike."
Pirsên rojnamegeran û bersivên Nêçîrvan Barzanî wiha ne:
Pirs: Pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihişt ku derê û heyeta Îmraliyê niha li Hewlêrê ye û hûn dê sibê wan bibînin, peyama wan çi ye ji we re?
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo pirsa yekem, erê em di nava guftûgoyeke cidî de ne. Şandeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di guftûgoyeke cidî de ne ji bo pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Heta niha çend hevdîtin di navbera her du aliyan de çêbûne û em geşbîn in ku em dê di demeke nêzîk de bikaribin wê temam bikin."
Derbarê şandeya Îmraliyê de, ew îro bi Serok Barzanî re civiyan û ez ê jî sibê wan bibînim li Hewlêrê. Bêguman ew bi peyama Abdullah Ocalan hatine Hewlêrê û dê biçin Silêmaniyê jî. Em li benda vê yekê ne ku peyama wan çi ye û em hêvî dikin ku peyama aştiyê be ji bo aramiya Tirkiyeyê û ev peyam zêdetir ji bo PKKyê ye. Em hêvî dikin ku em peyama aştiyê ji birêz Ocalan bibihîzin û em hêvî dikin ku PKK jî helwesteke erênî nîşan bide û pêşwaziyê li peyama birêz Ocalan bike."
Pirs:Di Konferansa Munîhê de, we bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re hevdîtin kir. Hevdîtina we çawa bû? Hûn dê ji bo mijara hêzên Amerîkayê li Îraqê û guhertinan van têkiliyan çawa bi kar bînin?
Nêçîrvan Barzanî: Me hevdîtineke baş bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re kir lê wekî hûn dizanin, demeke dirêj nîne ku wî dest bi erkê xwe kiriye. Di vê hevdîtinê de me behsa wan mijarên hevbeş kir ku di navbera Îraq û Amerîkayê de hene û me tekezî li ser wê yekê kir ku Îraq dixwaze bibe faktorekî ewlehî û aramiyê li herêmê. Îraq dixwaze rola xwe bilîze da ku pirsgirêk mezin nebin. Di vê çarçoveyê de me him bi navê Herêma Kurdistanê û him jî bi navê Îraqê axivî û me ew vexwendiye Îraqê û em hêvîdar in ku ew dê beşdarî merasîma vekirina Konsulosxaneya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê bibe.
Pirs: Civaka navneteweyî dîtina we ya li ser Sûriyeyê gelekî giring dibîne. We bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re civîn kir, behsa beşdariya hemû pêkhateyan û Kurdan di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de hat kirin?
Nêçîrvan Barzanî: Di hemû hevdîtinan de mijareke sereke mijara Sûriyeyê bû. Bêguman ji aliyekî ve, tiştên ku îro li Sûriyeyê diqewimin cihê dilxweşiyê ne ji ber ku rejîmeke zordest ku berê gelekî zordarî li wî gelî kiribû nema. Ev yek cihê dilxweşiyê ye. Em hêvî dikin ku ev desthilata ku niha li Sûriyeyê hatiye ser kar, dê karibe hemû alî û pêkhateyên Sûriyeyê di paşeroja Sûriyeyê de beşdar bike. Tiştê ku ji bo Herêma Kurdistanê girîng e ew e ku em hêviya aramiyê ji bo Sûriyeyê dikin. Gelê Sûriyeyê layiqê jiyaneke çêtir e. Salên borî pirsgirêkên wan ên mezin hebûn, gelek zehmetî dîtin, gelek ji wan ji welêt derketin, gelek malwêranî dîtin. Îro bi rastî gelê Sûriyeyê layiqê jiyaneke çêtir e. Em hêvî dikin ku îdareya nû, bi taybetî Serok Ehmed Şer, dê karibe bibe faktoreke aramiyê li Sûriyeyê û dê karibe gelê Sûriyeyê ji vê rewşa nebaş rizgar bike. Bêguman Sûriye welatekî pêkhateyên cuda tê de hene. Girîngtirîn tişt li Sûriyeyê ew e ku hemû alî û pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bin.
Pêşniyara me ji bo birayên Kurd du yan sê tiştên diyarkirî ne: Ya yekem, me ji wan re got divê hûn bi yekîtî biçin Şamê. Ezmûna me ya li Herêma Kurdistanê ew bû ku em bi hev re çûn Bexdayê piştî sala 2003yan ezmûneke gelekî serkeftî hebû. Yekem divê hûn xwe wekî xwediyê Sûriyeya nû bibînin li bendê nemînin ku ji Şamê bên vexwendin, hûn xwe bikin xwediyê Sûriyeya nû. Ev Sûriye ya we ye û Şam paytexta we ye. Gotina me ji wan re ew bû ku di demeke nêz de tevlî pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê bibin û em hêvîdar in ku desthilata nû û bi taybetî serokê nû yê Sûriyeyê dê vê pirrengiyaniya Sûriyeyê bibîne û hewl bide hemû pêkhateyên Sûriyeyê di paşeroja welêt de beşdar bike. Tiştê ku em dixwazin, hêviya jiyaneke bextewer û paşerojeke baş e ji bo gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve û tiştê ku li ser me wekî Herêma Kurdistanê pêwîst be, em dê her rolekê di vê çarçoveyê de bilîzin û em amade ne. Bi Wezîrê Karên Derve re jî di vê çarçoveyê de me hevdîtin kir. Bêguman di vê çarçoveyê de em axivîn û tekezî li ser wê yekê kir ku em dê bibin faktora aramiyê û em amade ne alîkariya wan bikin ji bo aramiya zêdetir li Sûriyeyê.
Pirs: Em niha li hêviya Amerîkayeke nû ne, gelo tirs heye ku ev guhertin dê ziyanê li we bike?
Nêçîrvan Barzanî: Amerîkayeke nû ev tespîtek û nerîneke pir rast e. Îdareyeke nû ye, dîtinên cihê hene û bi nerîn û dîtineke nû temaşeyî cîhanê dike.
Lê tiştê girîng ew e ku eger em li daxuyaniyên Serokê Amerîkayê binêrin, tiştekî zelal tê de heye. Zelal û eşkere ye ku ew dixwaze bibe faktorek ji bo ewlehî û aramiyê, ji bo bidawîanîna şerên li herêmê, ji bo bidawîanîna her nakokiyeke li cîhanê.
Serokê Amerîkayê di gotinên xwe de ev tişt aniye zimên û ez bawer im divê em hemû alî li herêmê, çi li Ewropa û çi li herêma me, pêşwaziyê li gotinên wî û destpêşxeriyên wî bikin. Ji ber ku tiştê ku wî gotiye, birêz Serok Trump dibêje em hatine da ku dawî li şeran bînin û aştiyê bi cih bikin.
Ji her tiştî zêdetir îro cîhan hewceyî vê aştiyê ye. Gelo dê bi çi awayî wan pêk bîne ew mijareke din e lê ya ku ew dibêje û ya ku ew bawer dike û layiqî wê ye ku em hemû qedirê wê bizanin û piştgiriyê bikin, ew e ku dawî li şeran bîne û aştiyê cîgir bike.
Em natirsin, ew tirsa me nîne. Em Amerîkayê wekî hevpeymanê xwe dibînin û em Îraqê jî wekî faktorekê dibînin ku dikare roleke girîng bilîze û bibe faktoreke girîng di meseleya aramkirina tevahiya herêmê de.
Pirs: We Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê dît We behsa pêvajoya aştiyê kir? Paşê we Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê dît, we ti peyam ji Serokê Amerîkayê re şand ku ji Rojavayê Kurdistanê jî venekişe?
Nêçîrvan Barzanî: Belê, me bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê re behsa vê pêvajoyê kir. Ez hest dikim ku Tirkiye bi awayekî cidî hewl dide ku vê pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe. Niha her tişt dimîne li ser vê şandeya DEM Partiyê ya ku hatiye Herêma Kurdistanê û bangawaziya ku biryar e Abdullah Ocalan di demeke nêzîk de bike. Ez bawer im dibe ku heta dawiya vê mehê ew bangawazî were kirin.
Em hêvîdar in û ya em dixwazin ew e ku PKK fêm bike ku xwezaya vê pirsgirêkê ne ew e ku bi çek were çareserkirin an bi şer were çareserkirin. Xwezaya pirsgirêkê ew e ku pêwîst e ji aliyê siyasî ve bi aştiyê were çareserkirin. Ya girîng ew e ku di gava yekem de, em texmîn dikin ku divê Qendîl û PKK bi awayekî cidî bifikirin ku pêşwaziyê li bangawaziya Abdullah Ocalan bikin.
Wekî min got, dibe ku di demeke zû de, heta dawiya vê mehê ew peyam were dayîn. Em hêvîdar in ku PKK pêşwaziyê li bangawaziya Ocalan bike.
Bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê jî ev yek ji mijarên axaftina me bû. Bêguman ev çend meh in ev mijar mijareke sereke ye. Ya ku têkildarî birayên me yên li Sûriyeyê ye, belê me ji roja yekem ev erk hîs kir. Me hîs kir û me hewleke cidî da ku tu tiştê nexweş pêk neyê, ango li Sûriyeyê. Karê me yê sereke ew bû ku em çawa birayên xwe li wir biparêzin û bi ya min em di vê siyasetê de heta radeyekê bi ser ketin. Bi spasî, Tirkiye jî di vê mijarê de alîkar bû û em spasiya wan dikin.
Bi Wezîrê Karên Derve re me bi zelalî got, mijareke cidî heye ew jî mijara xurtbûna DAIŞê ye. Em heta niha jî wekî Herêma Kurdistanê DAIŞê wekî gefeke ewlehiyê dibînin ji bo Îraq, Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê. Em bawer dikin û dîtina me ew e ku niha jî hemû Îraq hewceyî hêzên navneteweyî ye, ev dîtina Herêma Kurdistanê ye. Em bawer nakin ku ev demeke guncaw e ji bo ku hêzên hevpeymaniyê ji Îraqê vekişin. Rewşeke Îraqê ya taybet heye û hewceyî alîkariyê ye, ev dîtina me ye. Dibe ku dîtinên me ji yên Bexdayê cuda bin lê dîtina me li ser vê mijarê li Îraqê dinêre, wekî hemû Îraqê û ev Îraq hewceyî hêzên hevpeymaniyê ye ku alîkariya wan bikin û ev mijarek bû di axaftinên me yên bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re û me tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e alîkariya aramiya Îraqê were kirin.
Îro li Îraqê, spas ji Xwedê re, em dibînin rewş ber bi başiyê ve diçe. Em dibînin mînak di warê aborî de baştir e, proje hene. Li vir dema ji min dipirsin û dibêjin pirsgirêka niha ya Îraqê çi ye, min got mezintirîn pirsgirêka Îraqê, îro li Îraqê qerebalixiya trafîkê ye. Pirsgirêka oOtomobîlan, otomobîlên zêde hene. Mezintirîn pirsgirêk niha ev e. Ev cihê dilxweşiyê ye ku hêdî hêdî em Îraqekê dibînin, gelê Îraqê layiqê jiyaneke çêtir e, layiqê jiyaneke xweştir e ji ya niha û em gavên çiqas biçûk bin jî, bi giringî li wan dinêrin. Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de îro ji berê gelekî çêtir in.
Em dibînin Serokwezîrê Îraqê bi spasî hemû hewla xwe dide da ku wan pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çareser bike. Em îro bi hev re wekî tîmekê kar dikin, ne wekî du aliyan, em çawa dikarin temamkerê hev bin bi Bexdayê re, îro dîtina me û pêwendiyên me bi Bexdayê re di vê çarçoveyê de ne. Em çawa dikarin bi hev re wekî tîmeke hevpar di xizmeta Îraqê de bi hemû pêkhateyên wê ve kar bikin.
Rûdaw: We derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ji Donald Trump re peyam şand da ku hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê venekişîne?
Nêçîrvan Barzanî: Belê, dema me behsa vekişandinê dikir, ne tenê me behsa vekişandina ji Îraqê dikir, me bi taybetî behsa vekişandina ji Sûriyeyê jî kir.
Rûdaw: We bi berpirsên parastinê yên welatên Ewropayê re civîn kir, gelo behsa pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmerge hat kirin?
Nêçîrvan Barzanî: Em spas dikin ku welatên hevpeyman di pêvajoya çaksaziyê ya hêzên Pêşmerge de beşdar in. Dibe ku gav hêdî bin lê pêvajoyeke cidî ya çaksaziyê di nav hêzên Pêşmerge de heye, ji bo yekkirina hêzên pêşmerge di bin çetira Wezareta Pêşmerge de. Hemû aliyên ku me dîtin çi Almanya, Polonya, Belçîka, Îtalya, Amerîka, yên di pêvajoyê de beşdar in bi spasî hemû pabendî vê yekê ne ku yekbûna hêzên Pêşmerge bibînin. Ti kêmasî di vê pêvajoyê de nayê dîtin.
Pirs: Silav Serok, ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji te re silav hene. Gelek kes li Rojava federalîzmê weke çareseriyê dibînin, nêrîna te li ser vê çi ye? Gelo dê di demeke nêzîk de em te li Şam, Heleb, Efrîn û Qamişloyê bibînin?
Nêçîrvan Barzanî: Pêşî ez spas dikim ji bo televîzyona we. Derbarê federalîzmê de wekî çareserî; helbet her der taybetmendiyên xwe hene. Ew modela me ya niha li Îraqê heye ya têkildarî Kurdan, nabe ku heman model li Sûriyeyê jî were bicihkirin, ji ber ku ne erdnîgariya Sûriyeyê û ne jî gelên ku li wir dijîn wekî Îraqê ne. Girîng ne ew e ka model çi ye, girîng ew e ku modelek be ku hemû gelê Sûriyeyê qebûl bike, modelek be ku aştiyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger bike. Eger em tenê li ser modelekê bisekinin, ez bawer nakim ku ev rast be. Divê modelek bi rêya diyalog û danûstandinan li gel rayedarên Şamê were avakirin. Ez dîsa dibêjim, pêwîst e birayên me yên li Sûriyeyê biçin Şamê û ne wekî mêvan, wekî xwediyê malê tevbigerin; ew mal û cihê wan e û Şam paytexta Sûriyeyê û paytexta wan e. Divê di vê çarçoveyê de tevbigerin da ku çareseriyeke di berjewendiya hemû Sûriyeyê de çêbibe.
Pirs: Gelo tê serdana Rojavaya jî bikî?
Nêçîrvan Barzanî: Bi Xwedê bêriya wê dikim, em berê gelek diçûn Sûriyeyê, Şam, Qamişlo û Helebê û Efrînê. Hîn jî di bîra me de ye û ez hêvî dikim ku em di demeke nêzîk de bikaribin serdana Qamişlo, Heleb û Efrînê bikin, biçin ba gelê xwe.
Pirs: Spas Kak Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Li ser Rojhilatê Kurdistanê, wekî Serokatiya Herêma Kurdistanê hûn beşdarî Konferansa Munîhê bûn û li derveyî konferansê jî, hûn dizanin mijareke sereke li Rojhilatê Kurdistanê îdamkirina çalakvanên siyasî ye, we çawa hewl daye ku pêşî li van îdaman bigirin?
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên me û Îranê wekî Herêma Kurdistanê têkiliyên baş in, Îran cîranê me ye. Niha di warê bazirganî û hemû têkiliyên din de pêşketineke mezin heye. Prensîpek me li Herêma Kurdistanê heye ku em nikarin destwerdana karûbarên navxwe yên Îranê bikin, ev ji aliyê navneteweyî ve jî ne rast e. Berpirsyariya me Kurdistana Îraqê ye. Em nabînin ku di berjewendiya ti aliyekî de be ku destwerdanê bike. Eger em bikaribin gotinekê bikin em dikin, me hewlên zêde dane lê em nikarin bi eşkereyî her tiştî bibêjin ji ber ku mijar bi temamî navxweyî ya Îranê ye. Wek Herêma Kurdistanê siyaseta me ne ev e, siyaseta me ew e ku têkiliyên me li gel Îranê baş bin û bi ti awayî em destwerdana karûbarên navxwe yên Îranê nekin, em hêvî dikin ku ew jî destwerdana karûbarên navxwe yên Herêma Kurdistanê nekin û têkiliyên me li ser bingeha rêzgirtina du aliyan berdewam bike.