Nêçîrvan Barzanî: Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê bûye mînakeke berçav a perwerdehiya bi kalîte li Kurdistan û Iraqê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima 10 saliya damezrandina Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê de ragehand: “Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê bûye mînakeke berçav a perwerdehiya bi kalîte li Kurdistan û Iraqê."

02.12.2024, Pts - 11:05

Nêçîrvan Barzanî: Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê bûye mînakeke berçav a perwerdehiya bi kalîte li Kurdistan û Iraqê
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh di merasima salvegera 10emîn ya damezrandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û ragehand, “Ez bi germî pîrozbahî û destxweşiyê li wê dezgeha akademî ya pêşkeftî dikim ku, di dema 10 salên borî hizireke nû ji bo guhertina sîstema xwandin û fêrkirinê li Herêma Kurdistanê û pêşvebirina wê peyda kiriye.” Amaje bi wê jî da ku perwerde û fêrkirin tenê alavek nîne ji bo pêşxistina take kesan, belkî hêzeke dikare civakê ava bike û paşerojeke geş ji bo welat û miletan çê bike.”

Herwaha got, “Li sala 2013ê ku birayê min ê rêzdar Mesrûr Barzanî hizira damezrandina vê zanîngehê bi min re behs kir, ku ez wê demê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûm, min bi dilxweşiyeke zêde pêşwaziya hizira cenabê wî kir. Ew bi wê baweriya min bi temamî yek bû ku giring e em dezgehên fêrkirinê û xwandina zanîngehê li astê cîhanê ava bikin. Ez gelek spasiya tevgerên berdewam û nerîna cenabê wî dikim. Ez spasiya Civata Sikirtêran, serokatiya zanîngehê û endamên desteya dersdêran dikim, ku di dema deh salên borî de bi dilsozî û nerîneke jîrane rûbirûyî qebxwazî û arêşeyan bûne, ji bo piştrastbûna ji berdewamiya karwanê zanîngehê ji bo gehiştina bi armancên xwe bilind.”

Nêçîrvan Barzanî Herwaha got, “Armanca Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê ji destpêkê ve ron bû, avakirina dezgehekê bû ku bibe mînakeke bilind a akademî û çirayek ji bo zanist û dahênanê, ji bo nifşên paşerojê bibe îlhamderek, tevlî amadekirina wî nifşî bibe yê ku şiyana rûbirûbûna qebxwaziyan hebe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Herwaha got, “Di heyama deh salên borî de Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê deskeftiyên berçav bi dest xistine ku wesa kiriye bibe nimûneyeke diyar ji bo kalitiya xwandinê li Kurdistanê û Îraqê, ji wan jî dezgeha yekê ya xwandina bilind e ku bi awayekî serkeftî çend qonaxên giring ên piroseya bidestxistina baweriya akademî ya navdewletî derbaz dike.”

Nêçîrvan Barzanî amaje jî da gotinên  Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku, bi rengekî ji rengan pêşkêşkirin ji bo 70% ya xwendekarên zanîngehê hatiye kirin û hejî rêz û destxweşiyê ye. Amaje da piştevaniya sermayedaran jî ku wesa kiriye derfet ji bo xwendekarên pêkhateyên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê û Îraqê peyda bibe ku li vê zanîngeha pêşkeftî xwandina xwe bedewam bikin.

Navbirî ron jî kir, “Em bi rêya perwerde û fêrkirinê dikarin civakeke pêşkeftî, aboreke bihêz û paşerojeke ron ava bikin ku hejî qurbanîdana vî gelê xweragir be.” Herwaha got, “Çîroka serkeftina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê tenê destkeftiyeke akademî nîne, belkî ji bo hemî ciwanan li Herêma Kurdistan û Îraqê peyama hêviyê ye, lewma zêdebarî wan destkeftiyan kar û tevgerên me li Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina sîstema perwerde û fêrkirinê hêşta bidawî nehatine, ji wan jî pêşxistina bernameyên xwandinê ji bo ku bi pêdivîtiyên sedsala 21ê re biguncin û xwendekaran ji bo têkelbûna bi bazarên karê navxwe û cîhanî re têkel bibin.”

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 01.12.2024 li bajarê Hewlêrê merasima salvegera dehê ya damezrandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê hat kirin.

Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Duhokê li sala 2014ê hatiye damezrandin û heta niha şeş gerên derçûyan bawername jê wergirtine û zêdetirî 700 derçûyan li pişkên cuda cuda hene, ku li roja Yekşemê (02.06.2024) merasima gera şeşê ya derçûyên wê hat kirin.

Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Duhokê ji çar kolîj û 10 pişkên zanistî yên cuda pêk tê, wekî bazirganiya kar, zanistê kompûterê, dîzayna navxwe, siyaseta giştî, medya û peywendî, peristarî û endazyarî. Bawernameyên vê zanîngehê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ve bawerpêkirî ne û yek ji zanîngehên ast bilind û naskirî yên Îraq û deverê ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 112 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:47:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x