Îro 13.03.2017ê berpirsê fermangehê peyvendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî ku sala borî herêma Kurdistanê hin gazind û gilî li ser beşdar nebûna kurd di kongreya navborî de bi civîneke çapemeniyê de ragehand, îsal wek cara yekem nûnerê herêma Kurdistanê bi fermî beşdarî kongreya welatên endamê hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê dibe.
Herwaha got, serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fuad Husên dê gotarekî derbarê şerê DAIŞê û piştî DAIŞê pêşkeş bike.
Biryare 22.03.2017ê li paytexta Amerîkayê Washingtonê nûnerên payebilind ên 68 welatên endamê hevpeymaniya navnetewî, dê du rojan bicivin û wezîrê karên derve yê Amerîkayê jî serpereştiya kongreyê dike û pirsa karûbarên siyasî bi armanca bi bingeh kirina seqamgirî li Iraqê û Sûriyê û têkbirina pêgehên serekî yên rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê (Mûsil) û Sûriyê (Reqa) dê bên gotûbêj kirin.