Parêzgarê Dihokê: Em ê bi roj û şev kar bikin bo bazarê vegerînin rewşa wê ya asayî

Parêzgarê Dihokê piştî bûyera şewatê serdana bazarê Çelê kir û got: “Em ê bi roj û şev kar bikin bo bazarê vegerînin rewşa wê ya asayî. Da zanîn jî: “Li gorî agahiyên destpêkê, 20 komgeh şewitîne.”

01.04.2024, Pts - 14:36

Parêzgarê Dihokê: Em ê bi roj û şev kar bikin bo bazarê vegerînin rewşa wê ya asayî
Nuçe Belav bike

Îro serê sibê demjimêr 03:15ê li navenda bajarê Dihokê agir bi bazara Çelê ket. Piştî çar demjimêran, bi hewldana zêdetirî 30 tîmên Berevaniya Şaristanî ya Duhokê, agir hat kontrolkirin.

Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter ligel hejmarek ji rêveberên dezgehên pêwendîdar serdana bazarê kir û di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, komîteyeke taybet ji bo nirxandina ziyanên şewatê hatiye avakirin.

Got jî: “Tiştê ku niha pêwîst e, kontrolkirin û sarkirina bermahiyên agirê ku li hin cihan û li hin dikanan maye.” Herwiha tekez kir: “Em hewl didin ku di demek herî kurt de bazar vegerînin rewşa wê ya asayî. Divê heta sibê ev der bê paqijkirin.”

Elî Teter da zanîn, li gorî zanyariyên destpêkê 20 embar şewitne, lê ev hejmar nehatiye piştrastkirin û komîteyeke taybet ziyanan texmîn dike. Herwiha got, dê elektrîk li gelek deveran were qutkirin da ku şurta elektrîkê li deverên din rû nede.

Parêzgarê Dihokê got: “Em ê bi roj û şev kar bikin ku bazarê vegerînin wê ya rewşa asayî. Em hemû bi hev re dixebitin, wek çawa ku me bi hev re hevkarî bi ziyanpêketiyên lehiya çend rojên borî yên li bajarê xwe re kiriye.”

Vî nûçeyê tevayî: 379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:04:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x