Li gorî ragihandina ajansa spûtnîk'ê Parlamentoya Îranê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Elî Larîcanî û amadebûna piraniya parlamenteran civiya. Rûniştina parlamentoyê ji çapemeniyê re girtiye. Mijara referandûma Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlonê bûye mijara sereke ya siyaseta derve ya Îranê ye. Îranê piştî referandûmê helwesteke tund li hember Herêma Kurdistanê nîşan da û asîmanê xwe ji firînên asîmanî yên Kurdistanê re girt.
Rojeveke din a giring jî rêkeftina atomî ya Îranê ya li gel welatên 5+1 e. Piştî ku wekî serok hat hilbijartin, Serokê Amerîkayê Donald Trump herî zêde vê mijarê rexne dike û gefa hilweşandina rêkeftinê dixwe. Koşka Spî roja Sêşemê ragihand, ku Donald Trump dê stratejiya xwe ya li hember Îranê eşkere bike.