Serok Barzanî pîrozbahiyê li sekreter û endamên nû yên Sekreterê Yekîtiya Jinên Kurdistanê dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya serkeftina kongreya nehemîn pîrozbahiyê li sekreter û endamên nû yên sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir. Her wiha bang li wan kir ku erkê xwe ya berevanîkirina li maf û daxwazên rewa yên jinan û xwedîderketina li nirxên bilind ên Kurdistanê pêk bînin.

23.12.2023, Cts - 06:45

Serok Barzanî pîrozbahiyê li sekreter û endamên nû yên Sekreterê Yekîtiya Jinên Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî şeva duhî danê êvarê (22.12.2023) peyameke pîrozbayî belav kir û tê de got: “Bi boneya serkeftina kongreya nehemîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê, pîrozbahiyê li sekreter û endamên nû yên sekreteriyê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.

Serok Barzanî got jî: “Hêvîdar im di berevanîkirina li maf û daxwazên rewa yên jinan û pêgehandin û hişyarkirina bi bîra berpirsyarî, welatparêzî û xwedîderketina li nirxên bilind ên Kurdistanê de, erkên xwe bi başî pêk bînin û bibin mînak ji hemû jinên Kurdistanê re û di vê rêyê de jî, bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin we.”

Nehemîn kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Hewlêrê dest pê kir û 2 rojan berdewam kir û duhî danê êvarê bidawî hat.

Di kongreyê de Peyrewa Navxwe ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat amadekirin û desteya nû ji bo sekreteriya Yekîtiya Jinan ku ji heft endaman û 3 yedekan pêk tê, hat hilbijartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:32:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x