Serok Barzanî cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyan pîroz kir

Serok Barzanî bi helkefta cejna rojiyên Êzî pîrozbahiyê li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê kir, herwesa hêvî dike ku ew cejn ji bo Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê bibe destpêkeke nû ya tenahî û bexteweriyê.

20.12.2024, Cum - 10:51

Serok Barzanî cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyan pîroz kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî duh (Pêncşem, 19.12.2024) peyameke pîrozkirinê arasteyî Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê kir û tê de cejna rojiyên Êzî li wan pîroz kir û got, “em tekezê li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemî pêkhatyên olî û neteweyî yên Kurdistanê û deverê dikin.”

Ev jî tekista peyama Serok Barzanî ye:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta cejna rojiyên Êzî, ez pîrozbahiyeke germ li xûşik û birayên Êzidî li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim, ez hîvîdar im ev cejn ji bo aramî û bexteweriya tevaya xûşik û birayên Êzidî bibe destpêkeke nû. Her bi vê helkefta pîroz, em tekezê li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemî pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê û deverê de dikin. Cejna hewe pîroz be û bi xêr û xweşî bimînin.

Mesûd Barzanî

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 121 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:34:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x