Serok Barzanî: Divê hilbijartin di keşeke aram û şefaf de bên kirin

Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Cotmehê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Dr. Mihemed El Hesen kir.

15.10.2024, Sal - 17:26

Serok Barzanî: Divê hilbijartin di keşeke aram û şefaf de bên kirin
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahî li Dr. Mihemed El-Hessan kir û hêviya serkeftinê di erkê wê yê nû de jê re xwest.

Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî û pêşhatên Iraq û navçeyê, metirsiyên li ser aramiya Iraq û navçeyê û rola UNAMI di çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aramiyê, hatin guftûgokirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û pêwîstiya lidarxistina wan di keşeke aram û şefaf de, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 106 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:13:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x