Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyan.
Serok Mesûd Barzanî ji ser hesabê xwe yê Xê li ser hevdîtina Heyeta Îmraliya DEM Partiyê û Recep Tayyîp Erdogan got:
“Hevdîtina di navbera Heyeta Îmraliyê û Serok Erdogan de, gaveke erênî û hêvîdar e ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Her wiha ev yek palpiştiyeke xurt e ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê.”
Piştî 13 salan Recep Tayyîp Erdogan cara yekem bi awayekî rasterast bi nûnerên DEM Partiyê re civiya bû.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Erdogan re got, "Hevdîtineke pir erênî bû. Em ji bo paşerojê hêvîdartir in."
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê jî piştî hevdîtinê got, "Hevdîtineke pir bi encam bû. Pêvajo bi xweşî berdewam dike."
"Hevdîtin gelekî erênî bû û qonaxên paşerojê hatin nirxandin"
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser hevdîtinê daxuyanî da û got:
“Hevdîtina me ya bi Serokkomarê Birêz Recep Tayyîp Erdogan û heyeta wî re, di atmosfereke gelekî erênî, bihêzker, berhemdar û bihêvî ya ji bo paşerojê de pêk hat.
Girîngiya xala ku di pêvajoyê de hatiye gihîştin hat teyîdkirin û bi hev re qonaxên paşerojê hatin nirxandin.
Hat îfadekirin ku demeke bêyî tundî û pevçûnan ku qada demokratîk û siyasî dê tê de bihêz bibe, ji bo welatê me, welatiyên me û herêma me xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê endamê din ê Heyeta Îmraliyê Ahmet Turk ji ber nexweşiyê tevlî hevdîtinê nebûye.
Tê zanîn ku Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê.
Her wiha Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê sibatê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya bû.