Serok Berzanî gelek aciz bû ye

20 Çile 2017 În 16:14 Ew nakokî bandoreke nerênî dike, mixabin li Rojavayê Kurdistanê teroreke ecîb li hember Kurdên ku li hemberî desthilatdarê ne çêbû ye. Tiştê li Helebê bûye planek bû, lê çi tê de heye û tiştên veşartî tê de çi ne, ez nizanim. Gelek tişt di pişt perdeyan de hene û em wan nizanin. Lê derbarê Rojavayê Kurdistanê de ne geşbîn im

20.01.2017, Cum - 20:41

Serok Berzanî gelek aciz bû ye
Nuçe Belav bike

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Davos, di hevpeyvîneke televîzyonî de ligel Rûdaw û K24 li ser rojavayê Kurdistanê axifî. Barzanî li ser nakokiyên di nava aliyên siyasî de li rojavayê Kurdistanê wiha got: Ew nakokî bandoreke nerênî dike, mixabin li Rojavayê Kurdistanê teroreke ecîb li hember Kurdên ku li hemberî desthilatdarê ne çêbû ye. Tiştê li Helebê bûye planek bû, lê çi tê de heye û tiştên veşartî tê de çi ne, ez nizanim. Gelek tişt di pişt perdeyan de hene û em wan nizanin. Lê derbarê Rojavayê Kurdistanê de ne geşbîn im.

Pirs: Amerîka dibêje, nizanin hevkariya çi aliyekî bike li Rojavayê Kurdistanê.

Barzanî: Amerîka gelek alîkarî dide PYD, ew çawa nizane.

Pirs: Derî ji bo derbasbûna hêza Pêşmergeyên Rojava, heta niha venebûye?

Barzanî: Em naxwazin tu carî xwîna Kurd bi destê Kurd birije, heger ne ji ber wê yekê ba, me dixwast ji zû ve wan derbas bikin, me gelekî sebr kir, lê wek Ereb dibêjin (Sînorê sebrê jî heye)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1663 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:23:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x