Serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna di civîneke Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de serdana Bexdayê dike. Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, “Niha bizavên cidî tên kirin ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe de bên kirin”.

24.04.2024, Çar - 15:16

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Çarşem, 24.04.2024) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li van nêzîkan ji bo tevlîbûna di civîneke Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de serdana Bexdayê dike”.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “Di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de, danûstandin dê li ser çend pirsan bên kirin, yek ji wan jî tevlîbûna pêkhatên Herêma Kurdistanê di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de ye”. Herwesa got, “Serokê Herêma Kurdistanê bi hemî şiyanên xwe ji bo tevlîbûna pêkhatan di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de kar dike”.

Dilşad Şehab amaje jî da, “Tevlîbûna pêkhatan di piroseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de tevlîbûneke bibandor û çalak e û tabloyeke xweşik a Herêma Kurdistanê ye. Serokê Herêma Kurdistanê bi hemî şiyanên xwe ve bizavê ji bo parastina wê tabloya xweşik dike”.

Navbirî tekez jî kir, “Niha bizavên cidî tên kirin û livîn ber bi wê arasteyê ve ne ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe de bên kirin bên kirin ji ber ku piroseya hilbijartinan tiştek nîne ku tenê bi hijmareke biryaran bê kirin, divê derfet jê re bê çêkirin. Çend alî tevlî wê dibin, aliyê serekî welatî ne û mafê wan ê destûrî ye. Kesatiyên serekî jî aliyên siyasî ne, lewma divê vê derfetê rengvedan hebe”.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Ji ber wan hevrikiyên siyasî yên ku di dema borî de li ser pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hebûn, zirareke zêde gehiştiye Herêma Kurdistanê. Niha dem hatiye ku em duberekiyan bidin aliyekî û hebûna perlemanekê ku nûnerîtiya rastîn a tevaya tex û çînên gelê Kurdistanê bike armanca hemiyan be”.

Vî nûçeyê tevayî: 116 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:33:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x