Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 20ê Kanûna Paşîn a 2025an ji bo beşdariya Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê çû Swîsreyê.
Mesrûr Barzanî li Davosê ji Reutersê re ragihand ku divê Herêma Kurdistanê jî beşdarî peymana di navbera Hikûmeta Îraqê û şirketa Brîtish Petroleumê (BP) de bibe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di mijara petrolê de bal kişand ser “miameleya xirab a Bexdayê”.
“Em êdî nikarin bê deng bimînin”
Mesrûr Barzanî got, “Bexda giliyê Kurdistanê dike çimkî hêsan e ku giliyê Kurdan bikin” û pê de çû:
“Niha Kurdistan rojane tenê 280 hezar bermîl petrol hildiberîne.
Kurdistan çawa hilberîna zêde kiriye? Çima nayê gotin ku hemû Îraq hilberîna zêde dike?
Ev karên Bexdayê cihê daxê ne ku mebesta wan xapandina raya giştî û ya navneteweyî ne.
Em êdî nikarin li hemberî wê miameleya xerab a ku Bexda bi me re dike û hewlên wê yên ji bo birîna para me ya di hilberîna petrol û budceya niştimanî de bê deng bimînin."
Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.
ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.