Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Em dê piştgiriyê bidin Herêma Kurdistanê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, “Qada dîplomasiyê jî di nav de em dê piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê bidomînin.”

18.01.2024, Per - 06:26

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Em dê piştgiriyê bidin Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

Matthew Miller amaje pê kir ku Amerîkayê êrişa Îranê ya li Hewlêrê şermezar kiriye û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî “hevkariya bi Herêma Kurdistanê re” dupat kiriye.

Pirsên Diyar Kurde û bersivên Matthew Miller bi vî awayî ne:

Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin di êrişa Îranê de sivîl hatine hedefgirtin. Tevî zarokekê çar sivîlan canê xwe ji dest da. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin? Hûn piştgiriyê didin ku Îraq vê êrişê bibe Neteweyên Yekbûyî û giliyê Îranê bike?

Matthew Miller: Ez behsa pêngavên Îraqê nakim lê me çawa doh êrişên Îranê şermezar kiribin em îro jî van êrişan şermezar dikin.

Antony Blinken doh li Davosê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinek kir.

Wezîr Blinken di vê hevdîtinê de hevkariya Amerîkayê ya bi Herêma Kurdistanê re dupat kir û da zanîn ku Amerîka êrişên Îranê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê şermezar dike.

Hûn dibêjin we piştgiriya xwe ya ji Herêma Kurdistanê re nîşan daye. Mebesta we ya ji vê piştigiriyê çi ye? Hûn ji bo ku Herêma Kurdistanê rûbirûyî van êrişên Îranê bibe piştigiriyê didinê û hûn piştgiriyeke çawa didin?

Matthew Miller: Qada dîplomasiyê jî di nav de em dê piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê bidomînin. Ez ji vê zêdetir ti gavên me eşkere nakim.

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:41:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x