Wezîrê Derve yê Nemsayê serdana Herêma Kurdistanê dike

Biryar e vê êvarê Wezîrê Derve yê Nemsayê bi serdaneke fermî bigihe Hewlêra paytext û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive.

12.09.2023, Sal - 17:00

Wezîrê Derve yê Nemsayê serdana Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, êvara îro sêşemê 12ê Îlona 2023an, Wezîrê Derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg bi serdaneke fermî bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bigihe Herêma Kurdistanê.

Di serdana xwe de Wezîrê Derve yê Nemsayê dê ligeş Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevdîtinê bike û pêşvebirina pêwendiyên navbera Nemsa û Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.

Pêwendiyeke dîrokî ya Nemsayê ligel Herêma Kurdistanê heye û pêştir ofîsa bazirganiyê ya welatê xwe li Hewlêrê vekiriye û Rêyên Asmanî yên Nemsayê jî ji sala 2006an ve geşta rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û Nemsayê de dest pê kiriye, ku yekem kompaniya firokevaniyê ya Ewropî bû ku geştên asmanî yên rasterast di navbera Hewlêr û welatên din ên cîhanê de dest pê kir.

Duh Duşemê 11ê Îlona 2023an, Wezîrê Derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg bi serdaneke fermî gihişte Bexdayê û piştî zêdetir ji 30 salan, vekirina balyozxaneya welatê xwe li Iraqê ragihand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:46:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x