11 koçberên ku li Cezayîrê xeniqîbûn li Rojavayê Kurdistanê hatin veşartin

Di 5ê Hezîrana borî de 25 koçber li Cezayîrê dema ku hewl didan derbasî Îspanyayê bibin belema wan binav bû û tê de xeniqîn. Di nava wan koçberan de 11 ji Rojavayê Kurdistanê bûn ku îro cenazeyên wan hatin veşartin.

08.07.2023, Cts - 18:00

11 koçberên ku li Cezayîrê xeniqîbûn li Rojavayê Kurdistanê hatin veşartin
Nuçe Belav bike

Bi van dîmenên diltezîn û bi vê xemgîniya kûr a dilên şikestî, xelkê Kobaniyê roja Înê 07ê Tîrmeha 2023an pêşwaziya cenazeyên wan qurbaniyan kirin ku belema wan li raserî peravên Cezayîrê binav bibû, dema ku wan dixwest xwe bigihînin Ewropayê.

Tevahiya wan 11 cenaze bûn, 3 jê yên bajarê Qamişlo û 8ên din ên Kobaniyê bûn.

Şêniyê gundê Til Xezal li Kobanê Mihemed Mihemed li ser vegerandina cenazeyan anî ziman, “Ji Cezayîrê hatin ku dê biçûna Îspanyayê di 5ê Hezîranê de beleme biav bû. Yek jê Helîm Mihemed e û kurê xwe yê 9-10 salî Ferman e, yek jê bûka me Emîre ya Hebeş e. Heta ku cenazeyên wan dîtin, anîn Lubnanê, ji wir jî anîne Humsê, ji wir Tebqa û vê sibehê jî ji wir anîne vir û me ew veşartin.”

Dayik, bav, xwişk, bira û kesûkarên qurbaniyan, bi dilekî şewat êşa xwe dibêjin û dibilînin.

Şêniyê gundê Mizrah ê Kobaniyê Mihemed Îmam got, “Salek e li Cezayîrê bûn, niha jî me anîn vir veşartin.”

Rêveberiya Xweser kar li ser vegerandina cenazeyên wan qurbaniyan kir ku ji Cezayîrê ji bo Lubnanê hatin şandin û ji wê derê bi rêya Humsê û Tebqayê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin.

Piştî salekê ji çaverêkirinê ji bo derketinê ber bi Ewropayê ve, 5ê Hezîrana 2023an belemek li nav ava Deryaya Spî binav bibû, 25 koçber tê de hebûn, piraniya wan ji bajar û gundewarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bûn.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 653 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:35:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x