Kurd ji ber êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê yên li Heleb û derdora wê ber bi deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de koç dikin.
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de got:
“Komeke biçûk bi awayekî serkeftî ber bi bajarokê Tebqayê ve hat veguhastin.
Penaberên din jî dê di nava çend saetan de werin veguhastin.”
Bajarokê Tebqayê ya parêzgeha Reqayê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Ferhad Şamî diyar kir, karwaneke ku ji 200 wesayîtan pêk tê xelkê dibe Tebqayê.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê Xê ragihandibû ku ew ji bo parastina gel û veguhastina ber bi deverên di bin kontrola wan de amade ne bi aliyan re di nava diyalogê de bin.