Endamê Rêveberiya Giştî ya ENKSê, Beşar Emîn îro Çarşemê 17ê Hezîranê beşdarî bernameya Radyoya Rûdawê bû û têde behsa danûstandinên di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û ENKSê de kir.
Endamê Rêveberiya Giştî ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Beşar Emîn ku di heman demê de endamê polîtboruya PDK-Sê ye, ji Rûdawê re ragihand, ku di çarçoveya danûstaninên Kurdî-Kurdî yên navbera ENKSê û partiyên Rêveberiya Xweser de, “herdu aliyan li ser vegera Pêşmergeyên Rojava bo Rojavayê Kurdistanê li hev kirine, lê ew dê bi çi rengî be û kengî be, jê re dem pêwîst e.”
Endamê Rêveberiya Giştî ya ENKSê, Beşar Emîn îro Çarşemê 17ê Hezîranê beşdarî bernameya Radyoya Rûdawê bû û têde behsa danûstandinên di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û ENKSê de kir.
Beşar Emîn diyar kir, ku li ser danûstandinan gelek tişt hatin gotin û gotegot çêbûn ku danûstandinên Kurdî-Kurdî yên ji bo yekîtiya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê hatine rawestandin û êdî berdewam nakin, “lê danûstandin berdewam dibin û beriya du rojan jî me red kir ku danûstandin rawestiyabin.”
Beşar Emîn got, ew weke ENKS bi awayekî berpirsyarane nêzîkî mijarê dibin û tekez kir, ji bo berdewamîdana bi danûstandinan, herdu aliyan Peyamana Duhokê weke bingeh qebûl kirin.
Endamê Rêveberiya Giştî ya ENKSê da zanîn, Peymana Duhokê li gor qonaxa niha guncaw e lewma biryar hat dan, ku danûstandin li ser vê esasê bidomin.
Beşar Emîn got: “Tiştên niha li pêşiya me mane mijarên îdarî, leşkerî û aborî ne û ez ne di wê baweriyê de me li ser van babetan pirsgirêk di navbera me de derbikevin. Dema rêkevtin li ser prensîpan çêdibe, li ser van xalên ku hatine danîn, madem rêkevtin li ser wan hatiye kirin, ew tiştên ku dê nîqaş li ser wan ava bibe, bi baweriya min dê li ser esasê wan prensîpan serederî ligel bên kirin.”
Têkildarî mijarên ku di rojên pêş de şandên ENKSê û PYNKê dê gotûbêjan li ser bikin, Endamê Rêveberiya Giştî ya ENKSê Beşar Emîn ragihand, dê ji bo her civînekê bernameya kar were amadekirin û li ser wê bernameyê û li gor mijarên diyarkirî dê gotûbêj bêne kirin.
Bi gotina Beşar Emîn, weke prensîp Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî li ser vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê li hev kirine. Di vê derbarê de Beşar Emîn got: “Li ser vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî lihevkirin pêk hatiye, lê ew dê bi çi rengî be û kengî be, jê re dem pêwîst e.”
Wî rayedarê ENKSê destnîşan kir, “pirsên girêdayî mijarên îdarî dê li ser bingeha ‘Peymana Duhokê’ bêne çareserkirin, û herdu aliyan jî qebûl kirine ku hinek guhertin çêbibin li gor rewşa îro. Têkildarî Rêveberiya Xweser jî, dê hinek guhertin û pêdeçûn bêne kirin.”
ENKS û PYNKê îro bi amadebûna şanda Amerîkayê ya bi serokatiya William Roeback, daxuyaniyek hevbeş dan û ragihandin, ku wan di qonaxa yekem de li ser mijarên siyasî li hev kirine û diyar kirin, ji bo qonaxa bihê ew dê li ser esasê Peymana Duhokê danûstandinên xwe berdewam bikin.
Herdu aliyan herwiha diyar kirin, di rojên pêş de ew dê rêkevtineke giştî îmza bikin.
Di beşeke din a axavtina xwe de, Endamê Rêveberiya Giştî ya ENKSê, Beşar Emîn herwiha diyar kir, ENKS di wê baweriyê de ku hemû mijarên îdarî, siyasî, leşkerî û aborî dikarin li ser esasê Peymana Duhokê bêne çareserkirin, bêyî ku ti pirsgirêkek giring çêbibe.
Berpirsê ENKSyî li hember piştgiriya ji bo danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurditsanê, spasiya Şanderê Amerîkayê yê bo Rojhilat û Bakurê Sûriyê, William Roeback, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kir.