Piştî ketina Desteya Tehrîr El-Şamê û hevalbendê wê bo Helebê, herwiha piştî kontrolkirina bajarokê Til Rifet û herêma Şehbayê ji aliyê grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyeyê ve, nêzîkî 200 hezar koçberên Efrînê yên ku li wan herêman hatibûn bicihkirin, careke din neçar bûn koçber bibin.
Pêgeha Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî belav kir, bi şer û pevçûnên dawî yên li welatê Sûriyeyê re, bi hezaran malbat koçber bûn û koçî herêmên aram kirin. Duh êvarê jî nêzî 200 malbat vegeriyan bajarê Efrînê.
Diyar kir jî, “Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li devera Kefercanayê pêşwazî li koçberan kir û xizmetguzariyên bijîşkî û pêdiviyên sereke û xwarinên germ pêşkêşî wan kir.”
Her di vê derbarê de, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê duhî di daxuyaniyekê de, bang li komên çekdar kir ku sivîlan nekin armanc û can û mal û milkên wan biparêzin û herwiha bang li koçberên Efrînê yên ku ji sala 2018’an ve koçberî herêma Şehba bûne, vegerin ser cih û malên xwe li Efrînê.
Bajarokê Til Rifet û herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ne û di destê YPGê de ne. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 200 hezar koçberên Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê bicih bûne.
Ji aliyekî din ve, karwanê mezin ê koçberên herêma Şehbayê yên li devera Ehdasê asê mabûn, beşek biçûk ji wan gihîşt bajarê Tebqayê yê di bin kontrola HSDê de û beşê mezin jî hîn di rê de ye.