Efrîn - Ji Erebên hawirde re gundekî din hat avakirin

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê gundekî bi alîkariya Tirkiye û Qeterê gundekî din hat avakirin.

16.10.2024, Çar - 10:42

Efrîn - Ji Erebên hawirde re gundekî din hat avakirin
Nuçe Belav bike

Ji roja ku hatiye dagirkirin ve hewlên guhertina demografiyê ya Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê navber berdewam in.

Li Çiyayê Basûrtê yê li başûrê bajarê Efrînê bi alîkariya Qeterê û Tirkiyê gundekî din ji Erebên hawirde re hat avakirin.

Gund ji 100 xaniyan pêk tê

Karkerên di avakirina gund de kar dikin, dibêbjin ku ev gundê nû ji 100 xaniyan pêk tên.

Her wiha li gorî gotina karkeran ev komelgeh ji aliyê Qeterê û Saziya AFADê ya Tirkiyeyê hatiye avakirin.

Heman çakvaniyan da zanîn ku AFADê di van rojên borî xanî li ser xelkê belav kirine û ew xanî dane Erebên hawirde yên ku ji gundewarên Heleb û Şamê çûne Efrînê.

Heta niha li Efrînê 15 gund ji bo Ereb û Tirkmenan hatine avakirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 78 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:20:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x