Independent: Esed dixwaze bi kurdan re danûstandinê bike

v

29.05.2024, Çar - 12:45

Independent: Esed dixwaze bi kurdan re danûstandinê bike
Nuçe Belav bike

Rojnameya Independenta Erebî ji zarê hejmarek çavkaniyan ragihand, Serokê Sûriyê Beşar Esed çareseriya leşkerî li dijî kurdan dûr dizane û dixwaze bi kurdan re danûstandinê bike.

Hin çavkaniyan ji Rojnameya Independenta Erebî re diyar kirine, di civîna partiya Beis de ku çarê gulanê hatiye pêkanîn, Esed diyar kiriye, di nava çend mehên bê de, hikûmeta Dîmeşqê dê bi Rêveberiya Xweser re dest bi danûstandina ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêkan bike.

Rojnameyê da zanîn, Serokê Sûriyê rêçareya leşkerî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Dîmeşqê dûr dizane û diyar kiriye, hêzên wan ti operasyonên leşkerî li hember navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêknayîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 486 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:14:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x