Jineke Efrînî û 4 zarokê wê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin

Jineke Efrînî ligel 4 zarokên xwe ji dema 3 mehan ve li herêma Ezazê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin, hevjînê wê banga azadkirina wê li aliyên pêwendîdar dike.

05.04.2023, Çar - 09:42

Jineke Efrînî û 4 zarokê wê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, jina Efrînî Dicle Cemal Bekir û 4 zarokên wê ji berî 3 mehan ve bi hinceta ku karta parastina demkî (kimlik) a wan nîne hate girtin û di deriyê sînorî yê Bab El-Selamê re vegerandin Ezazê. Dicle û zarokên wê ji wê demê ve jî li Ezazê ji aliyê grûpa çekdar a bi navê Siqûr El-Şemal ve hatine revandin.

Dicle Cemal Bekir 30 salî ye û zarokên wê: Mariya 13 salî, Merwan 10 salî, Mihemed 8 salî û Mîra 2 salî ye.

Hevjînê Dicleyê, Idrîs Mûsa ku koçî Ewropa kiriye û li Nemsayê dimîne bang li rêxistinên mirovî û yasayî dike ku fişarê li hikûmeta Tirkiyê, hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê û grûpên çekdaran bikin, ta ku hevjîn û 4 zarokên wî serbest berdin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:19:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x