Li Qamişlo rêjîma Sûriyê xelkê sivîl digire

Rêjîma Sûriyê li bajarê Qamişlo bi behaneya xizmeta leşkeriya neçarî dest bi girtina xelkê sivîl kiriye.

03.01.2017, Sal - 14:26

Li Qamişlo rêjîma Sûriyê xelkê sivîl digire
Nuçe Belav bike

Li gor kanale K24'ê, li bajarê Qamişlo ragihand ku, rêjîma Sûriyê helmeteke girtinê daye destpêkirin, tê de hejmarek ji fermanberên hikumetê bi behaneya xizmeta leşkeriya neçarî girtine.

Herwiha ciwanên ji temenê 18 salî ta 45 salî digire û wan tevlî leşkeriya neçar dike.

Li gor hin jêderên navxweyî jî, rêjîma Sûriyê li wan navçeyan dixwaze hejmareke zêde ji xelkê deverê bigire û wan tevlî grûpa nû ya bi navê “Feyleqa Pêncan Iqîtham” bike.

Rêjîma Sûriyê Feyleqa Pêncan Iqîtham bo sivîlên xwebexş damezrandiye, ku gelek çavdêrên leşkerî dibînin ku, ew nimûneyeke ji hêza Heşda Şeibî ya Iraqî ye.

Ev yek di demekê de ye ku, ta niha bajarê Qamişlo beşeke wê di destê rêjîma Sûriyê de ye û beşê herî mezin di destê Rêveberiya Xweser de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:24:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x