Partiyên Rojava li benda ragihandina pilana Trump in

Serokê Amerîka Donald Trump daxwaz kir, di nava 90 rojan de planekê bo avakirina navçeyeke aram li Sûriyê amade bikin.

30.01.2017, Pts - 11:39

Partiyên Rojava li benda ragihandina pilana Trump in
Nuçe Belav bike

Di derbarê vê pilanê de Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje eger Tirkiyê bi tena serê xwe pê rabe dibe ku metirsiyeke mezin li ser doza Kurd çêbibe.

Heriwha Serkirdeyêkî Rêvberiya Xweser eşkere dike ku Donald Trump nahêle rola Tirkiyê di projeya deverên aramde de hebe.

Rêveberiya nû ya Amerîka mijûlê pilana avakirina devereke aram li Sûriyê ye, Endamekî Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S), dibêje ku ev pilan eger di bin sîwana navdewletî be dê gavek erênî be lê eger Tirkiyê bi tena xwe bê rabe dibe ku metirsiyek mezin li ser doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çê bibe.

Bi gotina Sekretere Partiya Çepa Demokrat Salih Gedo, Trump agahdar e ji dijatiya Tirkiyê ji Kurdan re lewma ew pêşbîn dike ku tu rola Tirkiyê di projeya devera aram de tune be.

Sekretere Elpartî Nesrildîn îbarhîm dibîne ku planaTrump dê gavek ber bi çareseriya Kirîza Sûriyê be, bi taybet eger navçeya aram li navçeyên di bin kontrolkirina Hezên HSDê de were avakirin.

Sînorekî dirêj ê Rojavayê Kurdistanê li bakurê Sûriyê heye, hîn jî ne xuya ye ku Amerîka li kuderê dixwaze devera aram ava bike, lê tenê hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê hene ku mijûlî avkakirina çend balafirxaneyên leşkerî ne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:33:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x