PYD 5 berpirsên xwe yên qaçaxcî girtin

Hêzên eskerî yên ser bi PYD ve, di operasyonekê de 5 berpirsên xwe, bi sûcê qaçaxcîtî û çetetiyê girtin.

05.02.2017, Paz - 16:39

PYD 5 berpirsên xwe yên qaçaxcî girtin
Nuçe Belav bike

Hêzên eskerî yên ser bi PYD ve, di operasyonekê de 5 berpirsên xwe, bi sûcê qaçaxcîtî û çetetiyê girtin.

Ew kesên ku hatine girtin, pere ji xelkê standine ji bo ku rê ji wan re vekin derkevin, qaçaxcîtî kirine. Ew kes li Hesekê hatine girtin.

Yek ji wan kesên ku hatine girtin, Lewend Hesekê bû ye, ew kadroyekî bilnid yê PYD bû ye, fermandrê grûpeke ciwanên PYD bû ye, yên bi navê Ciwanên Şoreşger.

Her wiha, ev kes ji aliyê polîsên eskerî yên PYD ve hatine girtin: Munîr Mihemed, Mehmûd Fellûh (Abû Şaalan), Salih Şêxo (Abû Samir).

Her wiha asayîşa PYD 2 berpirsên asayîşê li Hesekê Eyad Xelîl (Abû Talib) û Telah El Telah (Abû Xelef) jî girtin. Sûcê wan kesan ew bû ku ticareta xelkê dikirin û bi karê qaçaxcîtiyê radibûn, derman, xwarin, petrol bi qaçaxî difrotin.

Lewend Hesekê ji bo zindana Dêrikê hate şandin, Tellah jî şandin Qamişlo.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1198 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x