Rapor: Êrişên Tirkiyeyê çi zerer da Rojavayê Kurdistanê?

Rêveberiya Xweser amarên zererên êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê belav kirin.

26.11.2023, Paz - 18:44

Rapor: Êrişên Tirkiyeyê çi zerer da Rojavayê Kurdistanê?
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyeyê 4ê Çiriya Pêşînê bi dijwarî êrişî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de kiribû.

Di wan êrişan de artêşa Tirkiyeyê rasterast binesaziya herêmê û navendên enerjiyê kiribûn hedef.

Herwiha êrişan bandor li karên firinan, elektrîk û wêstgehên avê yên herêma Cizîr û beşeke başûrê Dêrazorê kiriye.

Rêveberiya Navenda Petrolê ya Rimêlanê raporek li ser zererên li Rojavayê Kurdistanê amade kir.

Li gorî raporê, ji ber êrişên Tirkiyeyê zereke mezin ku bi qasî milyarek dolar e li binesaziya herêmê bûye.

Li gorî amarên ku hatine belavkirin, di 6 mehên bê de ji ber êrişên Tirkiyeyê, xezîneya giştî ya Rêveberiya Xweser bi qasî 540 milyon dolaran kêm dibe.

Tirkiyeyê li herêma Cizîrê 13 bîrên petrolê bombebaran kirine û ji ber wê, bi qasî 35 milyon û 351 hezar û 228 dolar zerer li herêmê bûye.

Di heman demê de stasyonên berhemanîna petrolê yên Aliyan, Babasî, Zarbe, S2, Aliyan Duyem, Seîde bûbûn hedefên êrişan.

Zererên ji ber wê çêbûne jî 96 milyon û 565 hezar û 768 dolar in.

Li gorî amaran lêçûna jinûveavakirin û sererastkirina navendên petrolê 7 mîlyon û 500 hezar dolar in.

Herwiha 2 milyon û 150 hezar kes jî bê elektrîk mane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:34:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x