Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêxistina Asûrî ya Demokrat di daxuyaniyekê de ragihande ku xelkên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, rastî diyardeyekê hatine, ew jî destdanîna neyasayî û nerewa li ser mal û milk û zeviyên kesên koçberkirî û koçbûyî, ku ji welat derketine.
Rêxistina Asûrî ya Demokrat dibêje, ji ber belavbûna gendeliyê di nav saziyên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê de, diyardeya hecizkirina mal û mulkên kesên ku penaber bûne, derketiye.
Li gorî wê daxuyaniyê, xelkên Asûrî Siryanî ji Kiristiyanên Cizîrê, li bajarên weke Qamişlo, Hesekê, Dêrik û Til Temir, nas kiriye ku bi îmzeyên sexte mal û milk û zeviyên wan hatine firotin. Ew jî bi rêya hinek kesan ji hikûmeta Sûriyê û ji Rêveberiya Xweser.
Dawîtirîn dosyaya di vî warî de, firotina mal û zeviya ku dikeve navçeya Çargoşeya Ewlehî li rojavayê Kenîseya Mar Yaqûbê Nisêbînî, li Qamişlo, ku xawendarêtiya wê ya Ishaq Efram û zarokên wî Jack Cak û Josef e.
Ishaq Efram û zarokên xwe jî, di daxuyaniyekê de red kiriye ku wan mal û zeviya xwe firotibin, û tekez kiriye ku sextekarî di vê proseya firotinê de hatiye kirin û daxwaz dikin ku mal û zeviya wan li wan bêne vegerandin.
Rêxistina Asûrî ya Demokrat saxtekirin û firotina mulkên koçberan şermezar kir û daxwazê ji aliyên berpirs dike ku bi berpirsiyariya xwe rabin û kesên sextekar bînin pêş dadgehê û rêgiriyê li ber destdanîna ser mal û milkên xelkê bikin û milk û malên li xwediyê wan were vegerandin.