Amerîka li ser şandina hêzên serbazî bo Rojavayê Kurdistanê berdewam e

Li gor zanyariyan karwanekî din ê serbazên Amerîkayê gihişt binke û xalên serbazî yên li nêzikî bîrên petrolê li Rojavayê Kurdistanê.

06.12.2019, Cum - 07:09

Amerîka li ser şandina hêzên serbazî bo Rojavayê Kurdistanê berdewam e
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeyeke ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê, artêşa Amerîkayê bi rêya Herêma Kurdistanê û Iraqê, li ser şandina serbaz û lojîstikê bo binek û xalên leşkerî li nêzikî bîrên petrolê li parêzgeha Heseke û Dêrezorê berdewam e.

Li gor zanyariyan şeva derbasbûyî, hêzên Amerîkî ku li Iraqê cihgir in bi bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalka, karwanekî piştevaniya serbazî rê kir bo kêlgeha petrolê ya Cibsê li navçeya Şedadê ya ser bi parêzgeha Hesekê ve ku ew karwanê serbazî ji 50 barhilgiran pêk dihat.

Herwiha hatiye gotin, roja Sêşemê (03.12.2019) artêşa Amerîkayê bi rêya deriyê sînorî yê Welîd, karwanekî piştevaniya serbazî rê kiriye bo petrola Omer li parêzgeha Dêrezorê li rojhilatê Sûriyê ku ew karwan jî ji nêzikî 50 serbazan pêk dihat.

Amerîkayê berî niha aşkere kiribû ku ew dê li navçeyên bîrên petrolê yên li jêr desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê, hejmareke serbazên xwe bihêlin û bîrên petrolê biparêzin.

Amerîkayê li parêzgaha Heseke, Reqa û Dêrezorê 11 binke û xalên serbazî pêk anîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 963 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:56:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x