Îranê 3 Kurd bi şkenceyê desteser kirin

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku li bajarê Sewlawayê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.

19.04.2024, Cum - 10:09

Îranê 3 Kurd bi şkenceyê desteser kirin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Îranê li gundê Dêweznawê yê Sewlawaya Sineyê bi ser gelek malan de girt.

Li gorî daxuyaniyê, di serdegirtina malan de 3 Kurdên bi navê Umîd Şehdad (36), Omer Huseynî (29) û Elî Huseynî (25) hatin desteserkirin.

Hat diyarkirin ku ji bo serdegirtina malan ti hinceteke fermî nehatiye dayîn.

Sedema serdegirtin û desteserkirinan nayê zanîn.

Hat ragihandin Kurdên ku hatine desteserkirin bi şkence, darê zorê hatine birin.

Çarenivîsa Kurdên desteserkirî heta niha nayê zanîn.

Li gorî amaran ji roja 21ê Adarê ve heta niha herî kêm 26 welatî, çalakvan û hunermendên Kurd li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin û ji wan 8 kes hatine girtin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 120 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:48:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x