Kolberekî kurd bi guleyên Sipaha Pasdarên Îranê canê xwe ji dest da

Kolberekî Kurd li gundê Bîwaran yê ser bi navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên Sipaha Pasdaran canê xwe ji dest da û du welatiyên din jî birîndar bûn.

12.11.2022, Cts - 08:12

Kolberekî kurd bi guleyên Sipaha Pasdarên Îranê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Roja Înê 11ê Mijdara 2022yan, li gundê Bîwaran yê li navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd ê bi navê Hêmin Hemze yê 30 salî bi guleyên Sipaha Pasdaran hat kuştin û du welatiyên din jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya K24ê, termê wî xortî ji bo nexweşxaneya bajarê Serdeşt hatiye veguhestin û rewşa navçeyê heta astekî aloz bûye.

Li ser vê mijarê, Dezgeha Mafên Mirovan a Hengaw ragihand, hêzên ewlehiyê bi mebesta destdanîna ser kelûpelên kasibkaran êrîş kirine ser gundê Bîwaran û xelkê gund li hember wan rawestiyane û hêzên ewlehiyê destdirêjî li xelkê gund kirine.

Li gor zanyariyên Dezgeha Hengaw, piştî bûyerê tevlihevî û alozî ketiye navbera Sipaha Pasdaran û xelkê navçeyê û şêniyên gund wesayîteke Sipaha Pasdaran şewitandine.

Herwiha eşkere kiriye ku di encama destdirêjiya guleyan a hêzên Sipaha Pasadaran de kasibkarekî bi navê Hêmin Hemze ku bavê du zarokan e, canê xwe ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x