Nêçîrvan Barzanî: Em hertim piştevanê Êzikurden ezdiyan in

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna Çileya Havînê peyamek belav kir û tê de ev cejin li xwişk û birayên Êzidî pîroz kir.

02.08.2023, Çar - 11:05

Nêçîrvan Barzanî: Em hertim piştevanê Êzikurden ezdiyan in
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Cejna Çileya Havînê bi germî li hemû xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im cejn û bihnvedaneke aram derbas bikin û cejna xêrê û aramiyê be.”

Di peyamê de hat jî: “Di demekê de ku cejn hevdem e ligel bîranîna jenosîda Êzdiyan, em hemû qurbaniyên Êzdiyan bi rêz û hurmet bibîr tînin, dilê me ligel malbatên wan û hemû xwişk û birayên Êzidî ye yên ku heta niha jî vê karesatê dinalin. Em hemû piştrast in ku em ê her tim piştgiriyê bidin wan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:21:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x