Hikûmetê di şeş mehên destpêkê yên 2023an de 68 nexweşên penceşêrê şandine Amerîkayê

Dabînkirina xizmetguzariya bêberamber ji bo nexweşan berdewam e, pişkinîn û tedawiya nexweşên penceşêrê bêberamber têne kirin û li nav û derveyî welat neştergerî bo wan têne kirin.

01.09.2023, Cum - 05:43

Hikûmetê di şeş mehên destpêkê yên 2023an de 68 nexweşên penceşêrê şandine Amerîkayê
Nuçe Belav bike

Dabînkirina xizmetguzariya bêberamber ji bo nexweşan berdewam e, pişkinîn û tedawiya nexweşên penceşêrê bêberamber têne kirin û li nav û derveyî welat neştergerî bo wan têne kirin, di şeş mehên destpêkê yên 2023an de hikûmetê li ser erkê xwe 68 nexweşên penceşêrê şandin Amerîkayê.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, her nexweşekî penceşêrê pêwîstiya wî bi pişkinînê hebe, bêberamber jê re tê dabînkirin, di şeş mehên destpêkê yên îsal de 910 pişkinîn bi lêçûnên 637 milyon dînar ji bo nexweşên penceşêrê hatine encamdan, ku lêçûna wê li see nexweş 750 dolar e û hikûmet bêberamber ji nexweşan re dabîn dike.

Ev ji bilî wê yekê ku di şeş mehên destpêkê yên îsal de 68 nexweş ji bo pişkinînê bo Amerîkayê hatine şandin û lêçûna wê jî 251 milyon dînar li ser hikûmetê bûye.

Ji aliyê xwe ve, bavê yek ji nexweşên penceşêrê Mêvan Husên, li ser vê xizmetguzariya tendirustiyê ya bêberamber ragihandiye: “Kurê min neh salî ye, bi nexweşiya penceşêrê ketiye, pişkinîna wî eger alîkariya hikûmetê nebe, gelek giran e. Loma pişkinîna wî bêpere ji aliyê hikûmetê ve jê re hat kirin, em ji bo vê alîkariyê spasiya hikûmetê dikin.”

Sindoqa Penceşêrê yek ji xizmetguzariyên berdewam ên hikûmetê ye ji bo pêketiyên penceşêrê û di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de zêdetirî 2 milyar dînar ji bo tedawiya 47 nexweşan li derveyî welat hatine xerckirin. Di demekê de ku 408 milyon dînar ji bo neştergeriyê li nava Herêma Kurdistanê û li derve jî 468 milyon dînar hatine xerckirin.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tedawîkirin û çavdêriya pêketiyên penceşêrê wek erkê xwe dibîne û di dabînkirina lêçûnên tedawiya wan de berdewam dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 457 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:31:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x