Koca: 19 hezar û 300 welatî li nexweşxaneyan tên dermankirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca derbarê erdhejên navend Meraş e de got: "15 hezar û 664 di serwêsê de, 3 hezar û 636 di beşa nexweşiya giran de tevahî 19 hezar û 300 welatiyên me li nexweşxaneyan tên dermankirin."

14.02.2023, Sal - 07:25

Koca: 19 hezar û 300 welatî li nexweşxaneyan tên dermankirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê xebatên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê de agahî da.

Fahrettîn Koca got ji bo ku derman û kelûpelên tibbî ji herêmên re bên şandin li Edene û Dîlokê du depoyên tibbî hatine avakirin.

Koca daxuyand ku ji van navendan bi 6 balafir û firokeyek jî di nav de bi 271 wesayîtan ve derman û kelûpel tên şandin.

145 hezar û 711 karmend dixebitin

Der barê hejmara xebatkarên tenduristiyê de jî Koca wiha got: "Li tesîsên tenduristiyê 14 hezar û 611 xebatkarên UMKE û personelên rewşa bilez jî di nav de, jê 18 hezar û 97 doxtor, tevahî 145 hezar û 711 karmend dixebitin. 15 hezar û 664 di serwêsê de, 3 hezar û 636 di beşa nexweşiya giran de tevahî 19 hezar û 300 welatiyên me li nexweşxaneyan tên dermankirin. Beşeke nexweşan bi biryara doxtoran hatin şandin ku ji bo 8 hezar û 851 nexweşan neştergerî hat kirin."

Koca got ji bo nexweşî û şewb belav nebe bi têra xwe derziya tetanos û harbûnê hat şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:00:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x