Li cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 16 milyon kes derbas kir

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 16 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî 645 hezar kes derbas kir.

26.07.2020, Paz - 07:19

Li cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 16 milyon kes derbas kir
Nuçe Belav bike

Li gor dawî amarên li seranserî cîhanê hatine belavkirin, hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 16 milyon û 75 hezar kesan derbas kir.

Herwiha ji nava wan pêketiyan jî, 645 hezar û 221 kesan canê xwe jidest dane. Herwiha li seranserî cîhanê 9 milyon û 821 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Li gor amaran, Amerîka welatê herî zêde welatiyên wê bi vîrusa Koronayê ketine ye, ku hejmara pêketiyan gihîştiye 4.25 milyon kesan. Herwiha zêdetir ji 149 hezar kesan jî canê xwe jidest dane.

Di pileya duyem a zêdebûna qurbaniyan de Brazîl piştî Amerîka tê, ku zêdetir ji 2 milyon û 394 kes li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetir ji 86 hezar û 449 kesan canê xwe jidest dane.

Herwiha Hindistan di pileya sêyemîn tê, zêdetir ji 1. 39 milyon kes li wî welatî bi Koronayê ketin û nêzîkî 32 hezar kesî jî canê xwe jidest dane.

Herwiha Rûsya di pileya çaremîn bi 807 hezar pêketiyan tê, lê rêjeya mirina bi Koronayê kêmtir e, ku heta niha 13 hezar 193 kesan canê xwe jidest dane.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 800 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:16:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x