Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêketiyên Coronayê zêde dibin

Piştî sistkirina rêkarên Coronayê û bi dawî hatina girêdana maskeyan li Bakurê Kurdistan û Tirkiye amarên pêketina Coronayê ber bi zêdebûnê.

15.07.2022, Cum - 06:47

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêketiyên Coronayê zêde dibin
Nuçe Belav bike

Bi destpêka Coronayê Wezareta Tendiuristiyê ya Tirkiyê rojane amarên pêketiyên Coronayê belav dikirin lê ev demek e amarên heftane belav dike.

Li gor amarên Wezareta Tendiuristiyê ya Tirkiyê di hefteya dawî de wate ji 4ê Tîrmehê heta 10ê Tîrmehê li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 117 hezar û 95 kes bi Coronayê ketine, 31 kesan canê xwe ji dest dane û 61 hezar û 47 kes jî baş bûne.

Ev di demekê de ye hejmara pêketiyan berî hefteyekê 57 hezar û 113 kes bûn. Bi vê yekê jî rêjeya pêketina Coronayê derdora ji sedî 50 zêde bûye. Li parêzgeha Amedê jî ku parêzgeha herî mezin a Bakurê Kurdistanê ye pêketina Coronayê ber bi zêdebûnê ve diçe.

Seroka Odeya Pizîşkan a Amedê Elîf Turan ragihandiye ku ji her du kesên ku li wê parêzgehê li ser gumanê pişkînên xwe yên Coronayê dikin, yek ji wan pozîtîf derdikeve.

Ji destpêka Coronayê û heta niha wate ji 11ê Adara 2022an ve li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 15 milyon û 297 hezar û 539 kes bi Coronayê ketine û 99 hezar 88 kesan jî bi wê nexweşiyê cane xwe ji dest dane. Heta niha 178 milyon 117 hezar û 265 dozên vaksînê li ser xelkê hatine dabeşkirin.

Parêzgehên Riha, Êlih, Sêrt, Amed Çewlig, Muş, Bedlîs, Agirî û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê ji wan parêzgehan in ku xelkê wan herî kêm vaksîn wergirtine û rêjeya vaksînkirinê li wan parêzgehan kêm e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x