Amed weke ‘Bajarê Şaristaniyan’ hat tomarkirin

Bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ku navendeke girîng a dîrokî ye, ji aliyê Saziya Patent û Markayan a Tirkiyê ve wekî “Bajarê Şaristaniyan” hat tomarkirin.

28.12.2022, Çar - 13:12

Amed weke ‘Bajarê Şaristaniyan’ hat tomarkirin
Nuçe Belav bike

Bajarê Amedê ku di dîrokê de mazûvaniya 33 şaristaniyan kiriye, piştî serlêdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, ji aliyê Saziya Patent û Markayan a Tirkiyê ve weke "Bajarê Şaristaniyan" hat tomarkirin.

Derbarî mijarê de Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya got: “Amed ku bajarê qedîm ê şaristaniyan e, bi sedsalan nirxên çandî û dîrokî yên 33 şaristiyan hembêz kiriye û bi dîroka xwe ya 12 hezar û 500 salî bajarekî girîng e.”

Kaya diyar kir ku bi lêkolînên zanistî hatiye îspatkirin ku yekem jiyana niştecihbûyî di nav sînorên bajarê me Amedê de bûye û genim, nîsk û çende berhemên din di nav sînorên wî bajarî de hatine çandin û got: “Ji ber vê yekê Amed ku xwediyê dîroka herî kûr a erdnîgariya Mezopotamyaya Jorîn e û jiyana bi hezaran salan bê navber berdewam kiriye; paytexta ol, ziman, nasname û çandan e.

Amed ku bi sûr, mizgeft, medrese, dêr, pir û gelek mîrateyên xwe yên çandî di Lîsteya Mîrateya Çandê ya UNESCOyê de cih digire; niha wekî 'Bajarê Şaristaniyan' hat tomarkirin.”

Bi gotina Kaya vê yekê dê gelek sûdên xwe hebe û got: “Ev dê ji bo pêşketina civakî, çandî û aborî ya bajar û erdnîgariya me, bi taybetî jî di warê tûrîzmê de, destkeftiyeke girîng peyda bike, gelekî girîng e. Weke Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê em dê di paşerojê de zêdetir hewl bidin ku vî bajarî bi pêş bixin. Serkeftin ji bo bajarê me û gelê me li ser xêrê be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x