Bîlançoya giran a erdheja hikmê 7.3 yan a Herêma Kurdistan!

Şeva derbasbûyî li erdhejekî Rojhilat, Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hejand. Erdhej li Iraq, Îran, Kuwêt û Erebîstana Siûdî jî hate hestpêkirin. Li gorî zanyariyan li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê zêdetirî 200 kesan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 2 hezar kesan jî birîndar bûne.

13.11.2017, Pts - 07:01

Bîlançoya giran a erdheja hikmê 7.3 yan a Herêma Kurdistan!
Nuçe Belav bike

Demijêr 09-11ê şeva derbasbûyî 12-11-2017, li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê û Helebceya Başûrê Kurdistanê erdhejeke bi hêz çêbû. Piştî vê li Kirmanşanê 2 erdhejên din rûdan.

Navenda Geofîzîk a Îranê ragihand, navenda erdhejê li bajarokê Ezgel a ser bi parêzgeha Kirmaşanê bûye û bihêziya erdheja yekem 7.6 Rêxter bûye.

Herwiha Serokê Navenda Geofîzîk a Îranê Elî Muradî ragihand, du erdhejên din bi hêziya 4.6 û 4 Rîxter li heman deverê çê bûne.

Navenda Jeolojiya Amerîkayê jî eşkere kir, ku bihêziya erdheja Helebceyê 7.5 Rêxterê bûye.

Li Rojhilatê Kurdistanê ziyana canî û madî mezin e

Li gorî ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, di encama erdhejê de li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê 141 hemwelatiyan canê xwe ji dest dest dane û hezar û 648 kesên din jî birîndar bûne.

Hejmara qurbaniyên li sînorê Kirmaşanê wiha ye: Li Ezgelê 4 kes, li Gaware 3 kes, li Kirind 13 kes, li Serpêlê Zehaw 97 kes, li Sawlasê 9 kes û li Îslamabadê 13 kes, li Qesra Şîrîn 2 kesan ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane.

Tê gotin, ku hê jî hejmarek hemwelatî di bin kavilan de mane. Herwiha ji ber erdhejê 8 gund wêran bûne, elektirîk û ava li çend deveran qut bûye.

Ji bo hevkarîkirina kesên di bin xirbe û kavilan de mane, hêzên esmanê yên artêşa Îranê seferber bûne û bi alîkariya tîmên pizîşkî hewla rizgarkirina welatiyan didin.

Parêzgarê Kirmaşanê Hoşeng Bazwend daye xuyakirin, ku proseya rizgarkirina kesên di bin avahiyan de mane berdewame û rêya wan gundên ku hatiye girtin dê îro bê vekirin û alîkarî bigihe wan deveran.

Berpirsekî Heyva Sora Îranê jî ji medyaya Îranê re ragihand, ku li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê jî bi dehan kes ji ber erdhejê mirine û gelek birîdnar jî hene

Başûrê Kurdistanê 4 kesan canê xwe ji dest dan

Erdheja şevê din li Başûrê Kurdistanê bi tundî hate hestpêkirin. Wezîrê Tendurustî yê Herêma Kuridstanê ragihand, ku li seranserê Başûrê Kurdistanê 7 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyê 4 kes li Derbendîxanê, 2 kes li Germiyan û kesek jî li Silêmaniyê canê xwe ji dest dane.

Qayimeqamê Derbendîxanê Nasih Mela Hesen ragihand, ji ber erdhejê 4 kesan canê xwe ji destdane û zêdetirî 50 kesan birîndar bûne.

Rêveberê Giştî ya Tendurustiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihmed ragihand, ti kes li navenda Silmaniyê birîdnar nebûye bang li pijîşk û karmendên hewar çûyînê kirk u di amade başiyê de bin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Saman Berznicî ragihand ku 50 hemwelatî ji ber erdhejê rakirine nexwexaneyan lê rewşa wan baş e.

Cîgirê Parêzgarê Helebce Kawe Elî jî ji Rûdawê re ragihand, ku li Helebceyê ti zirareke canî nebûye.

Bendava Derbednîxanê ziyan dît

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulistar Mecîd ragihand: “Mixabin, ji ber erdhejê ziyan gihiştiye bendava Derbendîxanê. Tîm niha mijûlê lêkolînê ne da ku bizanin asta ziyanê çi ne.”

Herwiha Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Iraqê Hesen Cenabî jî hişyarî da xelkên gund û navçeyên li nêzîkî Bendava Derbendîxanê û xwest ku hemwelatî xwe ji arasteya avê dûr bixin.

Erdhej li parçeyên din ên Kurdistanê û welatên din jî hate hest pê kirin

Erdeja bihêz a şeva borî li bajarên Colemêrg, Wan, Şirnex, Êlih, Sêrt, Bedlîs, Amed, Erzîngan û Çewlîkê jî hate hest pê kirin.

Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî li bajarên Qamişlo û Tibespî û bajarokê Rimêlanê jî erd hejiyaye.

Erdhej li Îran, Iraq, Kuweyt, Erebîstana Siûdî û Sûriyê jî hate hest pê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:04:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x