Li cîhanê 27 gol ziwa dibin: Yek ji wan Gola Urmiyeyê ye

Her ku diçe, bandora guherîna keşûhewayê li cîhanê zêdetir derdikeve holê û asta ava derya û çeman kêmtir dibe.

31.07.2023, Pts - 05:17

Li cîhanê 27 gol ziwa dibin: Yek ji wan Gola Urmiyeyê ye
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera Brîtanyayê ya zanyariyên giştî, niha li cîhanê 27 gol ber bi ziwabûnê ve diçin. Yek ji wan jî Gola Urmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Asta ava Gola Titikakayê 2 sentîmetreyan daketiye ku ev daketin asta wê ya herî nizm e.

Berpirsên Bolîvyayî, derbarê kêmbûna ava vê golê de vê hefteyê haydarî da.

"Tê çaverêkirin daketina asta avê bi heman qebareyê berdewam bike"

Deryanasê Bolivyayî Karlos Karasko got, “Gola Titikakayê di dema sê mehan de, 30 sentîmetreyî daketiye, bi liberçavgirtina germahiya rojê û hişkesaliyê tê çaverêkirin daketina asta avê bi heman qebareyê berdewam bike. Lewma jî hişyariya hişkesaliyê tê dayîn.”

Ajansa Deryanasiyê ya Niştimanî ya Bolivyayê ragihand ku ev tenê destpêk e û heta meha Çileyê Pêşîn a îsal, asta ava dê 64 sentîmetreyan dakeve ku ev ast, asta wê ya herî nizm e.

Zû yan dereng bandora wê li ser xelkên resen ên Aymarayê dibe, ku ji bo wan çavkaniyekê derbarê ye.

Welatiyê Bolivyayî Jestina Konfory jî got: “Em ji wê yekê dilteng in ku êdî baran nabare û xela dirust dibe. Em bi wê yekê nîgeran bûn, ji ber ku av sê metreyan ji asta xwe kêmtir bûye.”

Ava deryayan gelekî kêmtir dibe, asta çem û golan jî bêhtir dadikeve û sedema sereke jî guherîna keşûhewayê ye.

Li gorî malpera Brîtanyayê ya zanyariyên giştî 7 gol yan ziwabûnê yan jî hema hema li ber ziwabûnê ne û ew gol jî ev in:

Gola Poopoyê ya li naverasta Bolivyayê, Gola Ayr li Australyayê, Arala di navbera Kazakistan û Ozbekistanê de, Meada li Amerîkayê, Chada li Afrîkayê û Gola Urmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Deyaya Miriyê di navbera Israîl û Urdinê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:35:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x