Li Bedlîsê bûyera trafîkê: 17 jê xwendekar 20 kes birîndar bûn

Li navçeya Elcewazê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve, di bûyereke trafîkê de du mînîbusan li hev dan û di encamê de 20 kes birîndar bûn ku 17 jê xwendekar in.

19.05.2022, Per - 08:15

Li Bedlîsê bûyera trafîkê: 17 jê xwendekar 20 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li navçeya Elcewazê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve, di bûyereke trafîkê de du mînîbusan li hev dan û di encamê de 20 kes birîndar bûn ku 17 jê xwendekar in.

Bûyer li nêzîk gundê Koxosê yê ser bi navçeya Elcewazê ve çê bû dema ku mînîbusa bi şofêrtiya Maşallah Aydin ku xwendekar vediguhestin û mînîbusa bi şofêrtiya Halil Millioglu li hev qelibîn.

Di bûyerê de 17 xwendekar û mamosteyek û herwiha şofêrê mînîbusê Halil Millioglu û hevjîna wî birîndar bûn.

Piştî ku tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê, 20 birîndarên bûyerê destpêkê bo Nexweşxaneya Onkolojiyê ya Elcewazê hatin veguhestin û piştî midaxeleya destpêkê bo nexweşxaneyên navçeya Tetwan û bajarê Bedlîsê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 435 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x