Serok Barzanî sersaxî ji malbata Hekîm Kake Weys re xwest

Serok Mesûd Barzanî, bi helkefta koça dawî ya nivîskar û wergêr û rewşenbîrê dilsoz ê Kurdistanê, Hekîm Kake Weys, peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbata xwedê jêrazî kir.

19.11.2018, Pts - 12:01

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Hekîm Kake Weys re xwest
Nuçe Belav bike

Di peyama Serok Barzanî de hatiye: Malbata rêzdar a nivîskar û rewşenbîrê xwedê jêrazî Hekîm Kake Weys. Bi mixabinî nûçeya koça dawî ya nivîskar û wergêr û rewşenbîrê bi helwest û niştimanperwer, Kak Hekîm Kake Weys gihişt me. Di vê helkefta xemgîn de, sersaxî pêşkêşî malbata we ya têkoşer û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê û xelkên xweragir ên bajarê Kerkûkê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Nivîskar û wergêr ê Kurd, Hekîm Kake Weys (1949 - 2018) piştî temenekî di xizmetkirina wêjeya Kurdî de, duh li bajarê Bexdayê koça dawî kir.

Di warê siyasî de jî, Hekîm Kake Weys yek ji wan çalakvanan bû, ku berdewam daxwaza aştî û pêkvejiyanê di nav pêkhateyên Kerkûkê de dikir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 994 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x