Barzanî: Deriyê serkeftina me yekgirtina hemû hêzên Kurdistanî ye

Piştî civîna di navebera Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê, Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Desteya Karîger a YNKê Mela Bextiyar konferanseke rojnamevanî lidar xistin.

07.01.2018, Paz - 12:21

Barzanî: Deriyê serkeftina me yekgirtina hemû hêzên Kurdistanî ye
Nuçe Belav bike

Berpirsê Desteya Karîger a YNKê Mela Bextiyar ragihand, ji piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên, tişt nema û Kurd nekir ji bo avakirina Iraqê û dûrxistina metirsiyan. Derbarê rewşa Kerkûkê de jî got: “Nabe wek Şama şerif li Kerkûkê binêrin, ji ber ku rewşa li Kerkûkê gelekî aloz e û ne aram e.”

Mela Bextiyar ragihand, serkeftina artêşa Iraqê ji ber hevkariya Pêşmerge bû, lê Bexda siyaseteke çewt li hember Herêma Kurdistanê bi rê ve dibe, ew jî tenê li hember birêvebirina proseyeke demokrasî wek referandûmê bû.

Herwiha ragihand, di civîna îro ya di navber her du Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, behsa girîngî û parastina tevahiya destkeftan hate kirin.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwendiyên partiya xwe ligel YNKê kir û ragihand, divê ew pêwendî kûrtir bibin, ne ku tenê ligel YNKê, belkû ligel tevahiya hêzên din.

Herwiha tekez kir jî, mercê derbaskirina vê rewşê, yekrêzî ye.

Derbarê serdana şanda sê partiyên Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê de, Mela Bextiyar ragihand, ew tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku divê guftûgoya ligel Bexdayê, bi riya hikûmetê re be.

Nêçîrvan Barzanî ameje bi wê da, ku agahdariya wan ji serdana wan sê partiyan tune bû û got: “Ya baş ew e, hemû partî bi hev re serdana Bexdayê bikin û bi hev re bergîriyê li mafê Herêma Kurdistanê bikin.”

Li ser rêkeftina stratejî ya di navbera PDK û YNKê de, Mela Bextiyar ragihand, rêkeftinê karê xwe kir, tevî hemû planan jî nekarîbû wan destkeftinanan jinav bibin.

Derbarê dema hilbijartina parlemantoya Herêma Kurdistanê ya dahatûyî de, Nêçîrvan Barzanî ragihand, di civîna de hest pê nekir ku YNKê ji helbijartinan re ne amade ye. Ew babet vedigere serokatiya hikûmetê, parlemanto û komisyonê û biryar e di hefteya bê de, civînek bê kirin û biryara dawî di wê derbarê de bê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:46:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x