Demîrtaş: Hinek kes hene dixwazin min bi tenê bihêlin

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê zindanîkirî Selahattin Demirtaş dibêje: “Hinek kes hene dixwazin min bi tenê bihêlin, jixwe ji ber vê di zindanê de dîl têm girtin.”

22.10.2022, Cts - 11:22

Demîrtaş: Hinek kes hene dixwazin min bi tenê bihêlin
Nuçe Belav bike

Selahattîn Demîrtaş di bersiva pirsa FOX TV ya tirkî de diyar kir: “Hinek kes hene dixwazin min bi tenê bihêlin, jixwe ji ber vê di zindanê de dîl têm girtin. Lê belê li vê derê rojekê jî weke zinanî nebûme. Weke ku li derve me, berdewam dixebitim, ew qasê serqal im.”

Demîrtaş dibêje sedema vê yekê ew e ku bi girseyek ve tekoşîna siyasî bi rê ve dibe û wiha didomîne: “Li hember kesên ku dixwazin min bi tenê bihêlin, bi gelê me re, me her tim bersiv daye. Ji ber vê jî bi dilniyayî dikarim bibêjim ku ez ne tenê me.”

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Mêrdînê û endamê rêvebiriya desteya rêveber yê AK Partiyê Orhan Mîroglu gotibû, “PKKê biryar li ser Selahattin Demirtaş daye û vegera vê biryarê nîne. PKKê got Demirtaş tu ‘minafiq î’, tu ne tiştekî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:51:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x