Omer Ocalan: Tirkiye êdî bêyî Kurdan pêş nakeve

Omer Ocalan di civîna Parlamentoya Tirkiyeyê de got, “Êdî Tirkiye bêyî Kurdan pêş nakeve û ji vê zêdetir mezin nabe.”

11.11.2023, Cts - 10:27

Omer Ocalan: Tirkiye êdî bêyî Kurdan pêş nakeve
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Rihayê Omer Ocalan doh di civîna asayî ya Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de gotarek pêşkêş kir.

“Bi xaliya sor pêşwazî li nûnerên PYDyê dihat kirin”

Ocalan got, “Li vî welatî heta sala 2014an, bi xaliya sor pêşwazî li nûnerên PYDyê dihat kirin.

Heta sala 2014an, Hevserokê PYDyê Salih Muslim çendîn caran serdana vî welatî kir û li çendîn wezaret û saziyên fermi yên vî welatî civiya û hevdîtin pêk anîn.”

“Kurdên ku bi DAIŞê tifaq nekirin, rojane tên bombebarankirin”

Herwiha Omer Ocalan anî ziman, “Niha çi qewimiye? Wan Kurdên li gorî siyaseta Tirkiyeyê kar nekirin, ew Kurdên li dijî rejîmê şer dikin û ew Kurdên ku bi DAIŞê tifaq nekirin, rojane tên bombebarankirin.

Ku der tên bombebarankirin? Nexweşxane, santralên enerjiyê û yekeyên niştecihbûnê yên sivîl tên bombebarankirin.

Ev didemekê de divabû Tirkiye di keşûhewayeke demokratîk û yekgirtî de li gel Kurdan kar bikira, wê demê dibû welatê herî serkeftî yê Rojhilata Navîn.”

“Mafê hilbijartin û xweberbijêrkirinê ji Kurdan stand”

Parlamenterê HEDEPê diyar kir ku ne dereng e ji bo guhertina helwêst û wiha pê de çû:

“Bi nerîna min niha jî serokkomar dikare Kurdan vexwîne, ji ber êdî Tirkiye bêyî Kurd mezin û pêş nakeve, ji ber niha hişmendiya siyasî ya Kurd jî heye.

Êdî Kurd pêdagiriyê li ser zimanê dayîkê dikin, Kurd dixwazin desthilata wan hebe, Kurd dixwazin sîstemeke nû bê danîn.

Lê ji sala 2016an ve û heta niha li gel hebûna bermayê demokrasiyeke lerzok, mafê hilbijartin û xweberbijêrkirinê ji Kurdan stand.

We ew mafê rewa ji milyonan Kurd stand.”

“Dîwarekî ji betonê di navbera Kurdan de çêkiriye”

Omer Ocalan berê axaftina xwe da Serokkomarê Tirkiyeyê û wiha berdewam kir:

“Eger serokkomar ev pisrgirêk çareser bikira, dibe îro di pêgeha duyem de damezrînerê Tirkiyeyê bûya.

Lê ne serkeftî bû, nikarî. Ji 2015an ve û heta niha, Tirkiye çend milîman ber bi pêş ve çûye?

Nexşeya Rojhilatê Navîn di destê serokkomar de ye û dibêje, ji sînorên başûrrojava, Kurdan 30 kîlometre dûr dixin.

Hemû cîhan û Neteweyên Yekbûyî jî li gel nabînîn ku veguhestina bi zorê tê kirin û dîwarekî ji betonê di navbera Kurdan de çêkiriye û armanc ji hev cudakirina Kurdan e.

Divê yekser dev ji vê siyasetê berdin û dawî li vî şerî bînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:27:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x