Amerîkayê du kompaniyên Sûrî ceza dike

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê 2 kompanyayên Sûrî yên pere şandinê ceza kir.

31.05.2023, Çar - 05:54

Amerîkayê du kompaniyên Sûrî ceza dike
Nuçe Belav bike

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza li ser kompaniyên veguhestina pereyan ên bi navên El-Fadil û El-Edhem ên Sûrî sepand.

Wezareta Xezîneyê ragihand ji ber ku ew her du kompanî alîkariya Hikûmeta Sûriyê kirine ceza li ser wan hatiye sepandin.

Kompaniya el-Fadil ku navenda wê ya sereke li Şama paytexta Sûriyê ye, di sala 2010an hatiye damezrandin û di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de karê wê berfirehtir bûye.

Herwiha Kompaniya el- Edhem jî di sala 2008an de hatiye damezirandin û endamên Rêveberiya wê hemû ji mala Qenteqcî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:06:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x