Ji Çînê bo Kurdistanê: Em amade ne

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya li Balyozê Çînê yê li Bexdayê Chen Viching û heyeta ligel kir.

16 Adar 2018 - 03:16
16 Adar 2018 - 03:16
 0  2193
Ji Çînê bo Kurdistanê: Em amade ne

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê balyozê Çînê Chen Viching di hevdîtinê de ragihand ku ew têkoşîn û bedelên ku pêşmergeyên Kurdistanê li hemberî terorê dane, gelek hêja dibînin û piştgiriyê didin wê yekê ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Iraqê werin çareserkirin.

Chen Viching bal kişandiye ser têkiliyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de û gotiye ‘Çîn amade ye ku di warê aborî û bazirganiyê de li Herêma Kurdistanê kar û veberhênanê bike.'

Barzanî jî di vê hevdîtinê de gotiye têkoşîn û bedelên ku pêşmergeyên Kurdistanê li dijî terorê dane û gavek girîng e ku qedexeya li ser balafirgehên Kurdistanê rabû û beşeke mûçeyên fermanberên Kurdistanê hatine dayîn û dixwazin ku hemû kêşeyên heyî di çarçova destûrê de çareser bikin.