Kurdên li Japonê ji guherîna yasaya koçberiyê nîgeran in

Kurdên ku bi salan e li welatê Japon in serlêdanên wan ên penaberiyê nayên qebûlkirin, li dijî guherîneke di yasaya koçberiyê de daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Koçberan di civîna çapemeniyê de diyar kirin ku heger yasa bê guhertin dibe ku ew bêne dersînorkirin.

17.04.2023, Pts - 12:52

Kurdên li Japonê ji guherîna yasaya koçberiyê nîgeran in
Nuçe Belav bike

Japon bi nifûsa xwe ya 126 mîlyonî, welatê herî pêşketî û herî dewlemend ê Rojhilatê Asyayê ye lê dema ku mijar tê ser koçberan, rêveberiya Tokyoyê xwedî helwest û polîtîkayên pir tund e.

Kurdên ku bi salan e ji bo penaberiyê serî li wî welatî didin, li dijî revîzyona Yasaya Kontrola Koçberiyê ya ku dê di parlamentoyê de bê nîqaşkirin, radiwestin.

Komek Kurdên ku li bajarê Kawaguchi yê eyaleta Saitama dijîn civîneke çapemeniyê li dar xistin û nîgeraniyên xwe yên li ser guhertina yasayê anîn ziman û daxwaz ji Hikûmeta Japonê kirin ku fikra guhertina yasayê berçav re derbas bikin.

Projeyasaya ku dê Yasaya Kontrola Koçberiyê biguherîne dê xala "kesên ku di statuya serlêdana penaberiyê de ne bi zorê nayên dersînorkirin" jî sererast bike.

Ciwanê Kurd ê 18 salî yê ku di civîna çapemeniyê de axivî, nîgeraniya xwe anî ziman û got, “Ez dema du salî bûm hatim Japonê û niha ez diçim zanîngehê. Heger yasa were derxistin ez dikarim bêm dersînorkirin û ev yek dê bandorê li pêşeroja min bike.”

Penabereke Kurd jî anî ziman, “Heta zarokên me yên ku li vir ji dayik bûne û diçin dibistanê jî hîn wekî penaber têne pênasekirin.”

Parêzerê koçberên Kurd Ohashi Takashi dibêje, “Gelek welatiyên Kurd ên ku neçar mane koçî Japonê bikin, ji bo ku neyên dersînorkirin, neçarin serî li mafê penaberiyê bidin.”

Takashi daxwaz ji gelê Japon kir ku xwe bixin şûna penaberên Kurd û alîkariya wan bikin.

Koçberên din ên ku di civînê de axivîn jî diyar kirin ku heger ew ji bo Tirkiyê bên dersînorkirin dê zext li wan bê kirin û dê bên girtin û nerazîbûna xwe li hember guhertinê anîn ziman.

Li bajarê Kawaguchi ji 2 hezaran zêdetir Kurd dijîn. Piraniya koçberên ku wek penaber nayên naskirin, li wir wek "stargeheke demkî" dimînin, heger yasa bê guherandin, dibe ku bên dersînorkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:27:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x