Li Fransa bi hinceta PKKyê 8 kes hatin desteserkirin

Dozgeriya Terorê ya Neteweyî ya Fransayê (Pnat) ragihand li wî welatî bi hinceta fînasekirina PKKyê 8 kes hatin desteserkirin.

24.04.2024, Çar - 15:09

Li Fransa bi hinceta PKKyê 8 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Euronewsê Dozgeriya Terorê ya Neteweyî ya Fransayê (Pnat) li ser “komkirina pereyan ji bo alîkariya PKKyê” lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de li Parîs û herêma Bouches-du-Rhôneyê 8 kes bi hinceta fînasekirina PKKyê hatin desteserkirin.

Dozgeriya Terorê ya Neteweyî ya Fransayê ragihand, dibe 8 kesên hatin desteserkirin heta 96 demjimêran desteserkirî bimînin û tê gumankirin ku wan kesan di bin navê “baca şoreşê” de ji civaka Kurd a Fransayê pere kom kirine.

Lêpirsîn bi tawanên “Bi armanca amadekirina çalakiyên terorê beşdariya rêxistina tawanê”, “fînansekirina çalakiyên terorê”, “di nav çeteyekî rêkxistî de xesp û hewla xespê” hatiye vekirin.

Tê îdiakirin ku ew çalakî di navbera salên 2020 û 2024an de hatine kirin.

Ji aliyê din ve, li Belçîkayê jî duh polîsan bi ser avahiya televîzyonên Sterk TV û Medya Newsê de girt û li studyoyan geriyan.

Lêgerîna li Sterk TV û Medya Newsê di çarçoveya lêpirsîna li Fransayê de hatiye kirin û Dozgeriya Terorê ya Neteweyî ya Fransayê (Pnat) jî ev tişt piştrast kir.

Fransayê 3 Kurd radestî Tirkiyê kiribûn

Li Fransayê di demên dawî de zexta li ser Kurdên ku ji Tirkiyeyê reviyane zêdetir bûye.

Fransayê tevî nerazîbûnên gelê Kurd jî meha sibatê Firaz Korkmaz û 9ê Nîsana 2024an jî Mehmet Kopal radestî Tirkiyê kirin.

Her duyan jî ji ber xebatên siyasî ceza wergirtibû û wekî penaberên siyasî çûbûn Fransayê.

Penaberê Kurd Serhat Gultekin ê ku li Tirkiyeyê 15 sal cezaya girtîgehê lê hatiye birîn roja 10ê Nîsanê li Fransayê hat girtin û 12ê Nîsanê radestî Tirkiyê hat kirin.

Vî nûçeyê tevayî: 94 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:05:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x