Lordên Brîtanî: Nabe mafên Kurdistanê bê binpêkirin

Hejmareke ji lordên brîtanî, hewl didin bêdengiya hikûmeta welatê xwe ya li hember êrîşên Heşda Şeibî û hikûmeta Iraqê ya ser Başûrê Kurdistanê bişkînin. Lordekî brîtanî dibêje: “Li dijî Herêma Kurdistanê zêdegaviyeke mezin hatiye kirin û nabe êdî ev yek were qebûlkirin.”

10.11.2017, Cum - 10:38

Lordên Brîtanî: Nabe mafên Kurdistanê bê binpêkirin
Nuçe Belav bike

Lordên Brîtanyayê ji bo bidestxistina piştgiriya Kurdan, hewldanên xwe zêdetir kirine û dixwazin êdî rê ji Bexdayê re nemîne, ku mafên destûrî yên Kurdan binpê bike.

Wezîrê Derve yê berê yê Brîtanyayê û lordên vî welatî, derên Skotland û Îrlandê ji bo Iraq û welatên cîhanê dikin mînak û dibêjin, Herêma Kurdistanê yanê jêbirin, çimkî ji aliyê Destûra Iraqê û civaka navdewletî ve hatiye naskirin. Ew dibêjin, karê wan rexnekirina hikûmeta Brîtanyayê ya li hember bêdengiya wan a ji ber binpêkirinên Bexdayê ye.

Endamê Partiya Kar a Brîtanyayê Lord Alf Debis ragihand: “Li nexşeya Brîtanyayê binere, herêmên Skotland, Weyls û Îrlanda divê bibin mînakên baş ji bo hemû cîhanê û herwiha Iraqê. Herêma Kurdistanê nayê jêbirin. Divê li Tirkiyê jî herêma Kurdistanê hebe. Karê me di nava hikûmetê de rexnekirine û divê hikûmet bêdengiya xwe ya li hember binpêkirina mafên mirovan bişkîne.”

Tê pêşbînîkirin, ku di rojên pêş de lord û kesayetên siyasî yên Brîtanyayê, ji hikûmeta welatê xwe daxwaz bikin da ku rêyeke guncav li hember Kurdan hilbijêre.

Wezîrê derve yê berê yê Brîtanyayê Lord Davit Trezman di vê derbarê de got: “Divê hewl bidin vê mijarê vejînin. Pirs ji Wezareta Derve were kjirin, ku nûnerên me di nava lordan de nehe. Lê Wezareta Derve ya Brîtanyayê li ser vê mijarê pir alîgir nîne û bala xwe nade ser vî tiştî.”

Piştî kontrolkirina Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Kurdên li van navçeyan dijîn behsa hewldanên erebkirina wan deverand dikin. Herwiha dibêjin, ku mal û milkên wan bi zora hêzê tên desteserkirin.

Bûyerên li Kerkûkê berpirsên Brîtanî jî dixe ber giliyên gelê Kurdistanê. Çimkî kompanyayekî wî welatî xwe amade dike li gel hikûmeta Iraqê li Kerkûkê kar bike û petrola Kerkûkê bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1117 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:16:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x